Enqere: Esed aktor e!

Navenda Nûçeyan - Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim got dbe ku di pêvajoya derbasbûnê de Serokê Sûriyê Beşar Esad weke mutaxab bê qebûlkirin lê di dahatûya Sûriyê de cihê wî nîne.


Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim li Stenbolê bi nûnerên rojname û ajansên biyanî re civîneke lidar xist.


21 nûnerên rojname, televizyon û ajansên li welatên weke Amerîka, Brîtanyae, Almanya, Fransa, Çîn, Japonya û Qeterê beşdarî civînê bûn.


Binalî Yildirim anî ziman Tirkiyê nahelê Sûriyê weke etnîkî perçe bibe.


Yildirim di civînê de wiha got: "Em bixwazin û nexwazin Esed li Sûriyê aktor e. Dibe ku di pêvajoya derbasbûnê de Esed weke mutaxab bê qebûlkirin lê di dahatûya Sûriyê de cihê wî nîne."


Serokwezîrê Tirkiyê herwiha diyar kir ku di 6 mehên li pêşiya me de Tirkiyê dê li Sûriyê çalaktir bibe.