Doza Roboskî di rojeva Tirkiyê de ye

Enqere (Rûdaw) – Komkujya Roboskî di navbera aliyên siyasî yên Tirkiyê de bûye mijara nîqaşan û HDP daxwaz dike ku dadgeh wê dosyeyê yekalî bike û kesên tometbar aşkere bike.

 

Di Berfanbara sala 2011'yan de ji ber êrîşa firokeyên Artêşa Tirkiyê 34 welatiyên Kurd jiyana xwe ji dest dabûn.

 

Piştî vê rûdanê ji lêpirsîna ku dihat kirin ti encam derneketin û doza hatî vekirin jî hate bu betalkirin. Lêkolîna dadî ya di vê derbarê de di 2013'an de hatibû rawestandin û ti berpirs nehatibûn darizandin.

 

Piştî hewla darbeya 15'ê Tîrmehê hin generalên ku di vê komkujiyê berpirs bûn hatin girtin û doza Roboskiyê dîsa hate rojevê.

 

Parêzvanên mafên mirovan dibêjin divê ev doza jinûve were vekirin û tevahiya berpirsan werin darizandin.

 

Piştî 3 salan ihtimala jinûvevekirina dosyeya Roboskiyê kete rojeva Tirkiye'yê.

 

Parlamenterê HDP'ê Abdûlah Zeydan di vê mijarê de got: 

 

“Pêngava herî mezin dê di Roboskiyê de bê avêtin. Kî ev kiribe divê aşkere bibe û bê darizandin jî. Him wijdana gelê Tirkiyê, taybet jî wijdana malbatên me yên Roboskiyê, wijdana gelê Kurd, wijdana gelên Tirkiyê bê rehet be. Em li bendê ne û ev jî ezmûnek mezin e ji bo dilsoziya hikûmeta AKPê.”

 

Çalakvaneke ku ji serî vê doza Roboskiyê dişopîne jî jinûve vebûna dosyeya roboskiyê giring dinirxîne. Lê belê ew dibêje berpirsên siyasî yên wê heyamê jî werin darizandin.

 

Aktivista mafê mirovan Nurcan Aktay jî wiha got:

 

“Helbet em nikarin niyeta ti kesan lê bikolin. Hêvîdar im ku doz jinûve vebe. Lê belê ez dixwazim amaje pê bikim ku ew operasyoneke dersînorî bû. An ku leşker bi tena serê xwe nikarin biryaran bidin. Bêyî biryareke siyasetmedaran êrîşeke wiha ne pêkan e. Ji ber wê digel berpirsên leşkerî divê berpirsên siyasî jî werin darizandin.

 

Herwiha ji ber ku Dadgeha Destûra Bingehîn jî serlêdanên malbatên qurbaniyan red kiribû tevahiya rê û rêgezên hiqûqî yên navxweyî xitimîbûn.