CHPê derbarê civînên Îmamoglu de: Em civînên ne exlaqî rast nabînin

20-07-2023
Mihemed Emîn Demir
Dîmenên civîna nehênî ya Îmamoglu û hinek CHPyiyan hat belavkirin
Dîmenên civîna nehênî ya Îmamoglu û hinek CHPyiyan hat belavkirin
Nîşan CHP Ekrem Îmamoglu Civîna Zoomê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Giştî yê CHPyê û Berdevkê Partiyê Faîk Oztrak têkildarî civîna ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û hin parlementerên CHPê ya li ser got: “Di partiya me de pêvajoya kongreyan bi lez û bez berdewam dike, em civînên ne exlaqî û ne li gor rê û rêgezên partiye me ne, rast nabînin.” Îmamoglu jî dibêje: “Tiştekî ji vê asayî tuneye. Dikarim bibêjim ku ji hilbijartinê vir va me nêzîkî 200 civînên bi vî rengî kirin."

Dîmenên civîna nihênî ya Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku dixwaze bibe serokê CHPê û hejmarek berpirsên CHPê, piştî ku li ser sosyal medyayê hatin belavkirin bû sedema nîqaşên tund.

Lijneya Rêveberiya Navenda CHPê bi serokatiya Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu li navenda partiyê civîneke awarte saz kir. Berdevkê Partiyê Faîk Oztrak dibêje, xebera wan ji civînê nebûye û civîn weke ne exlaqî pênase kir.

Faik Oztrak dibêje: “Welat bûye mîna sotikê agir, milet di bin zilm û zemê de ye û di vê demê de em ji Zoomê axaftinê rast nabînin. Di demekê de ku pêvajoya kongreyên partiya me berdewam in em civînên ne exlaqî ku ne li gor kevneşopiya partiya me û li dijî burokrasiya partiyê ne rast nabînin. Em ji pêşbaziyê re dibêjin erê, lê em zerar dayîna partiyê jî rast nabînin.”

Îmamoglu: Tiştekî asayî ye

Li gor di dîmenan de diyar dibe Îmamoglu behsa pêvajoyeke alternatîf a kongreyê dike û ji hevalên xwe daxwaz dike ku li ser kar bikin. Îmamoglu li ser pirsa rojnamevanan got, ji bo eşkere bikin ka kê dîmen belav kirine dê lêkolînê bikin.

Îmamoglu ji bo civîna li ser Zoomê ya ku behsa pêvajoya komcivîna CHPê ya di nav xwe de dike û li ser medyaya civakî hat parvekirin wiha got: "Mijarên partiya min bi partiyiyan re tê axaftin.  Bi rêvebirên partiyê, endamên meclisê yên partiyê, parlamenterên berê û yên nû, serokên navçeyan û serokên bajaran re tê axaftin. Tiştekî ji vê asayî tuneye. Dikarim bêjim ku ji hilbijartinê vir ve me nêzîkî 200 civînên bi vî rengî kirin. Ev dê berdewam bikin, berdewam dikin, tiştekî veşartî tuneye. Sibê jî civîna me heye. Heta îro jî civînên me yên bi vî rengî hene. Tu tiştekî veşartî tuneye. Mijarên ku tên axaftin mijarên partiyê ne.”

Îmamoglu derbarê parvekirina li ser medyaya civakî ya civînê de jî wiha got, "Em dê li wê binihêrin û lêkolînê bikin. Yanî çi bûye? Çawa bûye? Ji vê kê hez dike, di nava partiyê de ne yan ji dervayî partiyê ye, em dê li wê jî binihêrin. Lêbelê em mijarên partiya xwe bi rayedarên partiya xwe re, eşkere diaxivin. Di dilê me de çi hebe em wekî malbatekê ji hev re dibêjin û em dê bêjin û bidomînin.”

Piştî hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê pirsgirêkên di nav CHPê de zêdetir bûn. Aliyên daxwaza guherînê dikin dibêjin ji ber şikestina hilbijartinan divê CHP kongreya xwe saz bike û serokekî nû bê hilbijartin. Tişta herî balkêş jî ew e  Serokê Koma CHPê ya Parlamentoyê Ozgur Ozel ku li parlamentoyê nûnertiya serokê CHPê dike, ligel dijberên Kiliçdaroglu tevdigere.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst