Derbarê Figen Yuksekdag de lêpirsînek nû hat destpêkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li dijî hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Figen Yuksekdag lêpirsîneke nû hat destpêkirin. Twettên Yuksekda û axavtinên wê yên li ber deriyê Şaredariya Amedê weke tawan hatine dîtin.

Derbarê hevseroka berê ya HDPê Figen Yuksekdag de lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hate destpêkirin.

Piştî girtina hevşaredarên berê yên Amedê Firat Anli û Gultan Kişanak, li ber deriyê şaredariyê Fîgen Yukksekdag axaftinek kiribû û ew axaftin û twettên wê yên di sala 2014an de weke tawan di nava îdianameya Serdozgeriya Amedê de cih girtiye.

Ji ber vê lêpirsînê, îfadeya Yuksekdagê hate girtin, lê ew dibêje lêpirsîn li dijî Destûra Bingehîn e û herwiha li dijî wê jî plangeriyeke siyasî ye.

Piştî ku mafê parêzbendiya parlamenteran hat rakirin, Figen Yuksekdag di 4ê Mijdara 2016an de hatibû desteserkirin û ew niha li Girtîgeha Kandira tê girtin.

Derbarê Yuksekdag de bi îdiayên weke “rêvebirina rêxistin”, “propagandeya rêxisinê kiriye” û “endamtiya rêxistinê” 4 doz berdewam in.