Piştî operasyona li ser Adnan Oktar hebûna cemaetên olî li Tirkiyê bûye rojev

20-07-2018
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Adnan Oktar Tirkiye Operasyon Cemaetên olî
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Piştî Cemaeta Fethullah Gulen, hikumeta Tirkiyê niha jî li dijî cemata Ednan Oktar û aligirên wî operasyonek encam da, ku heta niha Adnan Oktar jî di nav de nêzîkî 200 kesan hatine binçavkirin.

 

Piştî operasyonê aşkere bû ku dahata mehane ya vê cematê derdora 10 milyon dolara ye. Gellek kes jî di wê baweriyê de ne ku hikûmet dixwaze vê dahatê ji bo gencineya dewletê vegerîne.

 

Di dema hilbijartinên wê dawiyê yên li Tirkiyê de, Adnan Oktar û cemaeta wî propaganda jibo AK Partiyê û Recep Tayyip Erdogan kiribûn.

 

Piştî wê operasyonê, mijara hêz û hebûna cemaetan di nava sîstema Tirkiyê de careke din bûye rojev.

 

Melayekî Kurd jî ji Rûdawê re dibêje, êdî li Tirkiyê cemaet ji armancên xwe yên olî dûr ketine.

 

Mela Zekî ragihand: “Ev cemaetên ku li Tirkiyê dijîn, ji rêjeya sedî sed, ne li gorî rê û rêbaza Qur'an û sûnet û hedîs û îslamê û pêxemberê xwedê ne. Lê beşek ji wan nêzîkî vê armancê xuya dikin. lê dibe ku ev helwesta wan jî ji bo xapandina xelkê be. Beşek ji wan cemaat û civak û terîqetan nêzîkî îslamê ne, beşek din jî dûr in.”

 

Mijar heman demê di rojeva akamisyenan de ye jî. Piraniya xelkê Tirkiyê di vê baweriyê de ye ku cemat bi piştgriya hikumetê bûne kompanyayên bi hêz û hikumet jî di dixwaze derametên darayî ji bo gencineyê vegerîne.

 

Akademisye, Can Şeker li ser hebûna cemaetan li Tirkiyê ji Rûdawê re got: “Cemaetên li ser rêya ku ji bo wan hatiye dîyarkirin dimeşin, wê jiyana xwe bidomînin. Hebûna wan a di nav dewletê de jî û hêza wan ya darayî jî dê bidome. Lê ew cematên ku li dijî vê sîstemê kar dikin wê yek bi yek werin tine kirin. eger em  meselê tenê weke meseleya aborî bibînin û bêjin "armanca operasyonan ew e ku dest danin ser dahatên wê" dê şiroveya me kêmas bimîne, mijarê heman demê  peywendî bi sîstem û rewşa  nû ya teng jî heye.”

 

Cemaeta Adnan Oktar yek ji wan cematane ku xwedî teelvizyoneke seteşaytî û 84 kompnayaya ne û tê gotin ku dahata vê cemaatê mehane derdora 10 milyon dolara ne. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst