Li Osmaniyê êrişî trêna bar kirin

20-07-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Trên Amanos Osmaniyê Êriş
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Bahçeyê ya Osmaniyeyê teqemeniyekê li ser rêya trênê hatî vedan ji dûr ve hat teqandin. Teqemenî li ser rêya hesinî ya Îskenderûn û Dîlokê hatibû bicihkirin û di kêliya derbasbûna trênê de hat teqandin. 

 

Li gundê Taşoluk ê bi ser navçeya Bahçeyeyê ve teqemeniya berê li ser rêya trênê hatî vedan di dema derbasbûna trêna bar ku ji Hatayê ber bi Dîlokê ve diçû li Çiyayê Amonasê hat teqandin.


Ji ber teqînê di rêya hesinî û vagonên trênê de xisareke biçûk çêbû.

 

Di êrişê de kuştî û birîndar tineye û ewlehiya Tirkiyê sewqî cihê bûyêrê hatin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst