Li Tirkiyê xanenişîn daxwaza zêdekirina mûçe dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Roja Dûşemê Sendîkaya Hemû Xanenişînên 2021, xanenişîn e li Meydana Ulusê ya Enqerêkom bûn û daxwaz kirin ku li gor enflasyona rast mûçeyê xanenişînan bê zêdekirin.

Xanenişînek dibêje "Me çendîn sal kar kir, me bac û pereyên sîgortayê dan, me mafê wê yekê bidest xist ku em heta dawiya temenê xwe mirovane bijîn. Bo wê em careke din daxwazên xwe radighînin. Bila mûçeyê hemû xanenişînan, pereyên mehane yên jinebî û sêwiyan li gor enflasyona rast demildest werin zêdekirin."

Di meha Gulana îsal de xerciya pêwîst bo xwarineke tendirust û baş bo malbateke çar kesî li Tirkiyê 10 hezar û 72 lîre bû. Ev di demekê de ye ku sînorê birçîbûnê 10 hezar lîre derbas kiriye û sînorê hejariyê jî gihiştiye 35 hezar lîreyan.

Serokê Sendîkaya Hemû Xanenişînên 2021an Selman Hurkardeş got "Careke din em ji deshilata siyasî daxwaz dikin. Xanenişîn birçî ne, karker, kolber, dikandar, hemû xelkê me birçî û perîşan in. Îro nêzîka 66 heta 70 milyon kes li vî welatî di bin asta hejariyê de dijîn. Îro sînorê birçîbûnê gihiştiye 14-13 hezar lîreyan. Divê kêmtirîn mûçe herî kêm 15 hezar lîre be."

Di meha Mijdara 2022an de, li gor enflasyonê mûçeyê xanenişînan bi rêjeya %30 hat zêdekirin. Piştî wê zêdekirinê kêmtirîn mûçeyê xanenişînan hat zêdekirin û bû 5,500 lîre, piştre kêmtirîn mûçeyê xanenişînan dîsan hat zêdekirin û bû 7,500 lîre.