Li Antalyayê li nêzîkî cihên niştecihbûnê agir bi daristanê ket

20-06-2023
Ferdî Sak
Nîşan Antalya Agir Daristan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Aksu ya Antalyayê agir bi daristaneke nêzîkî cihên niştecihbûna welatiyan ket. Tîmên agirvemirandina hewil didin agir vemirînin.

Li gor zanyariyan roja Sêşemê 20ê Hezîrana 2023an li taxa Çalkaya ya girêdayî navçeya Aksu ya ser bi bajarê Antalyayê, li nêzîkî cihên niştecihbûna welatiyan ji ber sedemek nediyar agir bi daristanekê ket.

Agir ji ber leza bayê di demek kurt de li daristanê belav bû.

Li ser agahdarkirinê hejmareke zêde ya tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê û ji bo vemirandina agir dest bi xebatan kirin.

Hat ragihandin ew agir hîn nehatiye kontrol kirin û beşek ji welatiyan jî di xebatên vemirandina agir de beşdar in.

Salane di demsala havînê agir bi daristanên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê dikevin. Li gor amarên Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyê di sala 2022an de  2 hezar û 43 caran agir bi daristanên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ketine û di wan agiran de bi giştî 12 hezar û 384 donim daristan sotine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst