Li Tirkiyê bikaranîna madeyên hişber %500 zêde bûye

20-06-2023
Mihemed Emîn Demir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, %20ê girtiyên di girtîgehan de ji ber bikaranîn û bazirganiya madeyên hişber ceza wergirtine. Li gor amarên fermî sala 2022ê rêjeya girtiyên ji ber bikaranîn û bazirganiya madeyên hişber ceza wergirtine %500 zêde bûye û gihiştiye 60 hezar û 258 kesan.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bikaranîna madeyên hişber roj bi roj zêdetir dibe.

Ji 340 hezar girtiyên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hejmara yên ku ji madeyên hişber ceza wergirtine ji 60 hezar kesan zêdetir e û %80ê tawanên madeyên hişber di sala dawî de hatine kirin.

Li gor amarên fermî heta 31ê Kanûna 2022an hejmara girtiyên ji tawanê “bikaranîn û bazirganiya madeyên hişber” 60 hezar û 258 kes bû, ku 49 hezar û 179 kes ji wan di navbera 1ê Kanûna 2022 – 31ê Kanûna 2022an de hatibûn girtin. Ji kesên ji ber madeyên hişber ceza wergirtine 58 hezar û 823 mêr in û hezar û 435 jin in.

Parlamenterê CHPê Murat Emir derbarê bikaranîna madeyên hişber de pirsyarname pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyê kir û ji hikûmetê xwest ji bo rêgirîkirina bikaranîn û bazirganiya madeyên hişber tedbîrên pêwîst werbigre.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst