Li Mêrsînê bûyera trafîkê: 1 mirî, 28 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tarsusê ya ser bi parêzgeha Mêrsînê ya Tirkiyê, îro otobusek û barhilgirek li hev ketin û di encam de kesekî canê xwe ji dest da û 28 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Tarsusê îro 20ê Hezîranê, otobusa rêwiyan a bi şofêrtiya Mehmet Nas ku ji Antalyayê ber bi Edenê ve diçû li çarrêya D-400 li barhilgirekê da û wergeriya.

Di bûyerê de şofêr Mehmet Nas canê xwe jidest da û şofêrê barhilgirê û 27 rêwî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Her 28 birîndarên bûyerê ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên bajêr hatin veguhestin.