Li Tirkiyê ji sedî 40ê zarokên penaber nikarin biçin dibistanê

20-06-2022
Omer Sonmez
Li Tirkiyê xwendekarên penaber li dibistanê rastê miameleya cudakariyê tên
Li Tirkiyê xwendekarên penaber li dibistanê rastê miameleya cudakariyê tên
Nîşan Tirkiye Penaber Zarok Xwendin
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê derdora 4 milyon penaberên Sûrî û Rojavayê Kurdistanê dijîn, lê di demên dawî de ew tim di rojeva siyasî ya Tirkiyê de ne û bi gefa vegerandina bo Sûriyê re rûbirû ne. Herî zêde jî zarokên penaber li dibistanan rastê miameleya cudakarî û nîjadperestiyê tên. Ji loma jî ji sedî 40ê zarokên penaber him ji ber vê sedemê, him jî ji ber sedemên aboriyê nikarin biçin dibistanê.

Li Stenbolê saziyek civaka sivîl jî ji bo li dibistanan pêşî li miameleya cudakariyê bigre li 10 bajaran perwerde daye 40 hezar xwendekarên Sûrî û Tirkiyê. Derûnnasên ku bi zarokên penaber ên Sûrî re dixebitin didin zanîn ku, pirsgirêka sereke ya zarokên penaber cudakarî û nezaniya wan a zimanê Tirkî

Tirkiyeya ku derdora 4 milyon penaberên Sûrî li xwe dihewîne, 20ê Hezîranê Roja Cîhanî ya Penaberan, bi hin bername û çalakiyan tê pêşwazîkirin.

Komeleya “Em Yek İn” (BiRiz) ji sala 2017an û vir ve bi biştgiriya Yekitiya Ewropayê, ji bo zarokên penaber projeya “Bihevre” birêve dibe. Proje armanc dike ku li dibistanan ew nêrîn û miameleya cudakarî û nîjadperestiyê ya li hember zarokên penaber ji holê rake û ji bo entegrasyon û lihevkirina wan a civakî rê û rêbazan biceribîne. Di vê çarçoveyê de komele, li 10 bajaran bi bernameyên piştgiriyê yên psikososyal xwe gihandiye 40 hezar xwendekarî.

Derûnnas û rêvebera komeleyê Betul Bozkurt dibêje: “Armanca me bi vê projeye ev e ku em li dibistanan lihevkirina civakî a zarokên penaber pêk bînin. Lewra pirsgirêka wan a sereke miameleya cudakariyê û ne entegrebûna wan e. Mixabin, zarok ji derdor, malbat û ji medyayê dijminatî û cudakariya li hember penaberan fêr dibin. Li gel vê, ji ber sedemên aborîyê jî ew bi berdewamî nikarin biçin dibistanê. Her wiha ji ber ku malbatên wan jî rastê cudakariyê tên, nikarin wan teşwîqî xwendinê jî bikin.”  

Li Tirkiyê derdora 940 hezar zarokên penaber ên Sûrî diçin dibistana seretayî, navîn û lîseyê. Lê piranî zarokên keç, derdora 433 hezar zarok jî ji ber şertûmercên aborî, civakî û ji ber miameleya xirab û cudakariyê nikarin biçin dibistanê û ji perwerdeyê bêpar dimînin.

Li aliyê din penaberên Sûrî ku ev 11 sal in ji ber şerê navxweyî xwe spartine Tirkiyê di demen dawî de zêdetir rastê zor û zextên siyasî, civakî û rastê miameleya xirab û nîjadperestiyê tên. Her wiha ew him ji aliye mixalefetê ve him jî ji aliye desthilatê ve bi gefa vegerandina bo Sûriyê re rûbirû dimînin û dibin amûrek girîng ya siyaseta navxweyî ya wî welatî.

Penaberê Sûrî Mihemed jî dibêje: “Penaberên Sûrî pirî caran rastê cudakariyê tên. Helbet ez nabêjim hemû gele Tirk wisa miamele dikin. Lê beşek ji wan miameleyek xirab dikin.”

Penaberê Sûrî Kemal jî got: “Ji ber şertên emnî û debarê em nikarin vegerin welatê xwe Sûriyê. Ez bawer im ger şert û merc baş bibin û zemîna ewlehiyê jî çêbibe hemû penaberên Sûrî wê bixwazin vegerin welatê xwe.”

Her wiha Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê ku ev demekî ye li bajar û taxan plana kêmkirina penaberên Sûrî cibicih dike, dide zanîn ku ji 1ê Tîrmeha 2022yan û şûnde wê li taxan ancax ji sedî 20ê wê dikarin penaberên Sûrî lê niştecih bin. Her wiha Wezaretê li 16 bajaran 1.200 tax jî ji bo îqameta penaberan qedexe kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst