HDP bo Parlamentoya Tirkiyê: Desmalên kesk û sor û zer dibin sedema cezakirinê

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera HDPê ya Riha ya Bakurê Kurdistanê Ayşe Surucu têkildarî girtinên li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê ku di şahiyekê de zava û çend kesên din hatibûn desteserkirin pirsyarname pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyê kir.

Parlamentera HDPê ya Rihayê Ayşe Surucu li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belav kir û diyar kir, desthilat dijmintiya Kurdan dike û bi hincetên pûç û vala wan dixe girtîgehan.

Surucu got, “Li Esenyurt-Stenbolê ji ber dijminatiya Kurdan a desthilatê bi ser şahiyan de tê girtin û ji ber desmalên kesk û sor û zer û stranên Kurdî welatî tên desteserkirin û cezakirin.”

Ayşe Surucu pirsên ku arasteyî parlamentoyê kirine bi vîdeoyekê parve kirin:

1-            Desmalên kesk û sor û zer û şal dibe hinceta girtinê?

2-            Bi ser de girtina şahiyekê li gor kîjan yasayê hatiye kirin?

3-            Muzîka Kurdî dibe sedema girtinê?

4-            Zava jî di nav de hinceta girtina wan kesan çi ye?

5-            Derbarê mijarê de dê ti daxuyaniyek bê dayîn?

Li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê 12ê Hezîrana 2022an polîsan bi ser cihê şahiyekê de girtibûn û di encam de zava jî ligel 10 kes bi hinceta desmalên kesk, sor û zer û stranên Kurdî desteser kiribûn û ji wan 9 kes bi biryara dadgehê bi hinceta ku "propagandeya rêxistinê" kirine hatibûn girtin.