Doza Musa Anter - ‘Dewletê dest daniye ser belgeyan û naxwaze rastî eşkere bibe’

20-06-2022
RÛDAW
Rûniştina îro ya li ser doza Mûsa Anter bê encam bû
Rûniştina îro ya li ser doza Mûsa Anter bê encam bû
Nîşan Dicle Anter Doza Musa Anter
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kurê nivîskarê Kurd Mûsa Anter ê bi navê Dîcle Anter derbarê doza bavê xwe de got ku hikûmeta Tirkiyê dest daniye ser belgeyan û naxwaze rastî eşkere bibe.

Doza zana û nivîskarê Kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) ku berî 30 salan li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê hatibû kuştin îro li 6emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê hat dîtin û doz bo 15ê Îlona îsal hat paşxistin.

30 sal derbas bûn

Di ser kuştina Apê Mûsa ango Musa Anter re sê meh mane ku 30 sal derbas bibin lê hê jî doza kuştina wî negehiştiye encamekê û kujer nehatine cezakirin. Ji ber eger  di ser vê kuştinê re 30 sal derbas dibe û dadgeh heta 20ê Îlona îsal kujeran ceza neke dê doza Musa Anter bi awayeke otomatîkî bikeve û kujer dê bê ceza bimînin.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Enqerê Şevket Herkî di derbarê rûniştina îro ya li ser doza Musa Anter de, li gel kurê wî Dîcle Anter axivî.

Dîcle Anter ji Rûdawê re got: “Îsal dibe 30 sal bavê min hate qetilkirin. Ev doz ji bo hiqûka Tirkan gelek balkêş e. Eger ev doz bi awayekî zelal bigihêje encamê, dê rastiya gelek dozên din jî eşkere bike. Pêwîst bû beriya 30 salan ev doz bihata encamdan. Lê doz ber bi dawîbûnê ve diçe û em vê yekê qebûl nakin. Divê ev doz bigihêje encama xwe.”

Derbarê belgeyên dozê de Dîcle Anter teqez kir ku ti kêmasî nîne û got: “Ti kêmasî nînin û her tişt diyar e. Kuştina Apê Mûsa ji aliyê dewletê ve hatiye pêkanîn. Bavê di sala 1992yan de hat qetilkirin û pêwîst bû di sala 1995-96an de her tişt diyar bibûya. Lê hikûmetê dest daniye ser belgeyan naxwaze rastî eşkere bibe. Minak me çandîn caran daxwaz kiriye ku îfadeya Abdulkadir Aygan bê wergirtin. Îro Serokomar daxwaza radestkirina Abdulkadir Aygan dike, lê li gor yasayên Swêdê ev ne cihê behsê ye, ji ber kesekî daxwaza penaberiya siyasî kiribe, Swêd wiha bi asanî radest nake. Lê dikarin îfadeya wî bistîne.”

Doz di demekê de ku bo 15 îlona îsal hate paşxistin piştê wê 5 rojên din wate 20 Îlona îsal 30 salên dozê tije dibin û eger heta wê demê negihêje encamê, doza Musa Anter bi awayeke otomatîkî hilwedişe.

Derbarê vê yekê de jî Dîcle Anter got: “Hikûmet dixwaze ev doz ji rojevê derkeve û pûç bibe. Her dem heviyên me hebûn lê her carê vala derketin. Ez bawer nakim encameke tê xwestin di 15 îlonê de derkeve.”

Sedama ragirtina dosyayê

Take sedeme ragirtina dosyeyê jî ew e ku îfadeya Abdulkadir Aygan nehatiye wergirtin ku di dosyeya kuştina Mûsa Anter de tê dadgehkirin û dema çend salan e li Swêdê dijî. Aygan di salên 1975-1985an de endamê PKKê bû.

Piştî cudabûna ji PKKê di salên notan de bû endamê JITEMê ku rêxistineke nehênî ya dewleta Tirkiyê bû, lê piştre wek şahidhal derbarê tawanên kiryar nediyar de ku di salên heştê û notî yên sedsala borî de li Bakurê Kurdistanê ji aliyê JITEMê ve hatine kirin, hinek zanyarî eşkere kirin.

Hevserokê Komeleya Mafên Mirov Ozturk Turkdogan jî dibêje: “Ew nivîsên bo aliyên peywendîdar ên Swêdê hatine şandin derbarê radestkirina Abdulkadir Aygan de, di rûniştina îro de hatin behskirin û careke din biryar hat dayîn bo desteserkirina wan tohmetbarên ku divê bên desteserkirin.”

Parêzerên dosyeyê dibêjin, di çarçoveya danûstandinên endambûna Swêdê ya NATOyê de, Serokomarê Tirkiyê daxwaz ji hikûmeta Swêdê kiriye ku Abdulkadir Aygan radestî Tirkiyê bike.

Doza kuştina Musa Anter hat paşxistin

Doza nivîskar û rewşenbîrê navdar ê Kurd Musa Anter li 6emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê hat dîtin. Rûniştin bo 15ê Îlona bê hat paşxistin. Eger di rûniştina bê de dadgeh biryarê nede, ji ber derbasbûna 30 salan di ser bûyerê re, roja 30ê Îlonê dosye bi yekcarî tê girtin.

Mûsa Anter ku wek Apê Mûsa tê naskirin, li gundekî Mêrdînê ji dayîk bûye û roja 20ê Îlona 1992an di temenê 72 salî de li Taxa Seyrantepe ya Amedê ket ber êrîşekê û hat kuştin. Heta niha encamderên wî tawanî nehatine dadgehkirin û cezakirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst