Sendîkaya Rojnamegeran: Divê yasaya sansûrê paşde bê vekişandin

Hewlêr (Rûdaw) - Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyê ragihand ku dê dijî yasaya sansûrê ya derbarê medya civakî û rojnamevaniyê de derkevin kolanan û nerazîbûna xwe pêşan bidin.

Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyê (TGS) li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kiriye û dibêje ew dê sibê 21ê Hezîrana 2022ê li Taksima parêzgeha Stenbolê demjimêr 18:00an xwepêşandanê bikin.

Sendîkaya Rojnamegeran dibêje: “Li dijî yasaya sansûrê ya derbarê medya civakî û rojnamevaniyê de em sibe li seranserê welat derdikevin kolanan. Em dixwazin ev yasaya dijî Destûra Bingehîn paşde bê vekişandin. Na bo yasaya bêdengkirin, tirsandin û girtinê!”

Hikûmeta AKPê derbarê yasayê de dibêje ew armanc dikin li ser medya înternet û sosyal medyayê hinek guhertin û vererastkirinan bikin û rê li ber li nûçeyên derew û dezenformasyonê bigrin. Lê opozisyona Tirkiyê û saziyên rojnamegeriyê tekez dikin ku ev yasa bi xwe re sansur û otosansurê tîne.

Berpirsên saziyên medyayê dibêjin, armanca desthilatê ew e ku berî hilbijartinan bi vê yasaya sosyal medya û medya înternetê kontrol bike. Projeyasa 2ê Hezîrana 2022ê li Komîsyona Torên Dijîtal a Parlamentoya Tirkiyê hat erêkirin. Eger li Komîsyona Dadê û Lijneya Giştî ya Parlamentoyê jî bê pesendkirin wê hinek xalên wê di 1ê Çileya 2023an de bikevin meriyetê.

Saziyên medyayê herî zêde dijî xala 29 derdikevin, ku bi vê xalê sûcekî nû tê çêkirin û ceza tê xwestin. Li gor yasayê ji bo kes û rojnamegerên ku sûcê "bi qest zanyariyên gel pê bixape û bê manîpulekirin belav bike" kiribin ji salekê heta 3 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.