Li Tirkiyê 2 milyon zarokên dayîk hene

20-06-2022
RÛDAW
Nîşan Zarokên Dayîk Tirkiye CHP Gamze Akkuş Îlgezdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor raporta Cigira Serokê CHPê Gamze Akkuş Îlgezdi di 20 salên dawî de li Tirkiyê temenê nêzîka 2 milyon dayikan di bin 19 salî de ye. Cigira Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Gamze Akkuş Îlgezdi raporta bi navê “Tabloya Şermê ya Tirkiyê: Zarokên Dayik” belav kir.

Li gor raportê di 20 salên dawî de bi giştî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê temenê dayikên 1 milyon û 893 hezar û 5 pitikan di bin 19 salî de ye û sala 2021an jî eger hebûye nêzîka 60 hezar zarokên keç bibin dayîk. Di raportê de tê gotin ku temenê dayikên 259 pitikên di rojekê de ji dayik dibin di bin 19 salî de ye û yê 71 pitikan jî di bin17 salî de ye. Herwiha temenê dayikên 2 pitikan jî di bin 15 salî de ye.

Li gor raportê di 2021ê de 13 hezar û 139 zarokên keç ên temenê wan di navbera 16-17an de û 46 hezar û 522 zarokên keç ên temenê wan di navbera 18-19an de zewicî ne. Di raportê de tê gotin ku amarên TUIKê yên derbarê zewac û jidayikbûna zarokan û temenê dayikan cihê gumanê ne û divê bên lêkolînkirin.

Li gor amarên 2021ê, tenê li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê dayikên ku temenê wan di bin 18 salî de nînin û hejmara dayikên ku temenê wan di bin 19 salî de ye herî zêde li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ye ku 3 hezar û 807 dayik in. Herwiha li Stenbolê 3 hezar û 271, li Amedê 1618 û li Edenê jî 1374 zarokên dayîk hene.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst