Anadolu: Ocalan ji bo hilbijartinan bang li HDPê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyê (AA) ragihand, rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan ji bo hilbijartinên 23ê Hezîranê peyamek ji HDPê re şandiye û bang li wê partiyê kiriye, ku “bêalîtiya xwe biparêz e”.

 

Li gor nûçeyê, îro Serokê Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Munzur a Dêrsimê Dr. Ali Kemal Ozcan serdana girtîgeha Girava Imraliyê kiriye û bi rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinek kiriye û Ocalan derbarê hilbijartinên 23ê Hezîranê de nameyek daye wî.

 

Hatiye ragihandin, ku Ali Kemal Ozcan piştî hevdîtinê, nameya Ocalan ji çapemeniyê re xwendiye.


Kemal Ozcan ragihandiye, Ocalan di peyama xwe de bang li HDPê kiriye, “di hilbijartinên 23ê Hezîranê de bêalî bimînin.”


Kemal Ozcan herwiha diyar kiriye, di 18ê Hezîranê de parêzerên Ocalan serdana wî li Girava Imraliyê kirine û Ocalan têkildarî rojeva Tirkiyê û hilbijartinan nameyeke daye wan, lê belê ji ber ku ev nameya wî nehatiye belavkirin, nîgeran bûye.