Bekir Bozdag: Hin alî dixwazin dengên AK Partiyê parçe bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Rayedarên AK Partiyê ji wê yekê nîgeran in, ku di hilbijartinên vê carê de dengên wê partiyê parçe parçe bibin û rêjeyek ji dengderên AK Partiyê deng bidin Erdogan, lê deng nedin AK Partiyê.

 

Berdevkê hikûmeta Tirkiyê û rayedarekî payebilind ê AK Partiyê, Bekir Bozdag di daxuyaniyekê de ev nîgeraniya AK Partiyê aşkere kir.

 

Ev helwêsta alîgirên AK Partiyê bûye sedema acizbûna berpirsên vê partiyê û nîgeraniyên xwe tînin ziman.

 

Berdevkê hikûmeta Tirkiyê, Bekir Bozdag di vê bareyê de hişyariyê dide û dibêje, ew yek lîstika opozisyonê ye û tekez kir, ku aliyên opozisyonê dixwazin pêgeha AK Partiyê di nava parlamentoyê de lawaz bikin.

 

Bekir Bozdag got: “Niha hin kes hatine û propagandaya wê yekê dikin û dibêjin, bila em dengên xwe cuda bikin, wate em deng bidin Erdogan lê deng nedin AK Partiyê. Ew kesanek in ku nekarîne astengiyê ji serokomar re çêbikin, lê dixwazin di parlamentoyê de AK Partiyê lawaz bikin û neçalak bikin. Lewma ew dixebitin, jibo ku HDP bendê derbas bike.”

 

Bozdag herwiha destnîşan kir, ku ew aliyên ku dixwazin AK Partî lawaz bibe, ji operasyona Qendîlê nîgeran in û diyar kir: “Herwiha nîgeranin ji operasyona Qendîlê û dibêjin, bi kuştina terorîstan, xelk zêdetir deng didin Tayyip Erdogan. Lewma dibêjim, bidin rêya Xwedê, dengên xwe cuda nekin, eger kesek hat û got, deng bidin Erdogan, lê jibo parlamentoyê deng nadim AK Partiyê, baweriyê pê nekin, ev ne AK Partî ye û carekê jî deng nedaye AK Partiyê.”

 

Biryar e roja Yekşemiya bihê 24ê Hezîranê, hilbijartinên serokatî û parlamentoya Tirkiyê bihêne lidarxistin.