Erdogan: Divê destûreke bingehîn a nû û sivîl were amadekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê got, "Demokrasiya Tirk divê destûreke bingehîn a nû û sivîl amade bike.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî Civîna Kabîneyê ya li Kulliyeya Serokkomariyê daxuyanî da.

Erdogan amaje bi wê yekê kir ku destûra bingehîn a heyî nikare barê Tirkiyeyê rabike û got:

“Ez wisa bawer im ku divê wekî 85 milyonî di sedsala nû de, em îdeala xwe ya destûra bingehîn ya nû bicih bînin.

Demokrasiya Tirkiyeyê divê destûreke bingehîn ya nû û sivîl amade bike û êdî hesabê bi nerîta derbeyê re temam bike."

Rojekê şîna fermî hat ragihandin

Erdogan da zanîn ku balafirên bêpîlot ên Tirkiyeyê li Îranê tevî şert û mercên dijwar ên hewayê li herêmê zêdeyî 7 saetan beşdarî xebatên lêgerîna helîkoptera Îbrahîm Reîsî bûne.

Erdogan bi minasebeta wefata Serokkomarê Îranê Îbrahîm şîn ragihand û wiha got:

"Di civîna kabîneyê de, biryar hat dayin ku li welat, ji bo parvekirina êşa giran a gelê Îranê, ji bo rojekê şîna fermî bê ragihandin."