Ertugrul Kurkçu ji bo gera duyem hişyariya dengên Kurdan da

20-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rumetê yê HDPê û parlementerê berê yê wê partiyê Ertugrul Kukçu ragihand ku dengên Berbijêrê Hevpeymaniya Millet yê bo serokomariya Tirkiyê Kemal Kiliçdaroglu li Amedê ji yên Îzmîrê zêdetir bûn û hêj Kurd çibikin.

Parlamenterê berê yê HDPê Ertugrul Kurkçu îro Şemiyê 20ê Gulana 2023yan li ser hesabê xwe yê Twitterê di peyamekê de diyar kir ku Kiliçdaroglu nijadperestiyê dijayetiya Kurdan zêde dike û dibêje: “Ez ne di wê baweriyêdeme ku Kemal Kiliçdargolu stratejiyeke li dijî Kurdan bişopîne. Dê zimanê nijatperestiyê bilind bike. Di encamê de zêdebûna nijadperestiyê em bixwazin nexwazin dê berê xwe bide dijayetiya Kurdan. Bo wê yekê dema hûn pêl gaza nijadperestiyê bikin hûn dê stratejiyeke ku ne pêkan e bişopînin. Ji aliyekê ve dengên Kurdan ên ku neçûne ser sindoqan dema bo cara duyem lê difikirî bidestbixî dibe ku hûn bibin sedem ku qet neçin ser sindoqan. Yan jî berovajî hûn wan di dengdanê de azad bihêlin.”

Kurkçu her wiha bal kişand ser dengê Kiliçdaroglu yên li Amedê û Îzmîrê û got divê hûn encamê ji xwe bipirsin û  got: “Hêj Kurd çibikin. Ne hewce ye hûn sozê bidin ku ew dikarin di hewaya serdemek nû de nefesê bistînin. Tenê bihêlin bila ba û hewa bê bes e. Ew vê yekê fêm dikin.  Jixwe ji ber wê di gera yekem de Li Amedê dengên Kiliçdaroglu ji yê Îzmîrê zêdetir bûn. Divê ew alî ji xwe bipirsin. Eger Îzmîr di dengdana Serokkomariyê de bo Kiliçdaroglu li paş Amedê mabe hêj tişta ku hûn nikarin bi Kurda re bidin bistînin çi ye.”

Di heman de mê de Kurkçu  bal kişandiye ser pirsa Kurd û nijadperstiya li dijî Kurdan û dibêje: “Ya we meseleyek Tirkbûnê heye, divê hûn wê çareser bikin. Wê çareser bikin, çareserkirina wê dê we nêzîkî deshilatê, xelkê û zêdebûnê bike û xelkê deriyê xwe li wê yekê negirtiye. Di hemû rapirsiyên ku tên kirin gelo pirsa Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyê tê çareserkirin? Zêdetirî %60ê li Tirkiye dibêjin dê bi rêyên demokratîk û aştiyane were çareserkirin, ev encam ji sala 2011ê ve derdikeve, herî dawî di rapirsiyên 2022ê de jî ev encam derketîn holî. Her wiha ya ku hûn di vê mijarê de bikin nebi coşkirina hewayê nijadperestiyê û tevlîbûna we ye, lê divê hûn demokrasiyê pêşbixin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst