Li dervey Tirkiyê îro 241 hezar û 874 kesan deng dan

Hewlêr (Rûdaw) -  Li gor amarên Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) ji dengdêrên ku li derveyî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 241 hezar û 874 dendêran dengê xwe îro bo geram duyemîn a hilbijartinên Serokomariyê dan.

Tirkiye dê di 28ê Gulanê de ji bo hilbijartina serokomar xwe dîsa biçe ser sindoqan. Dengdana dengderên dervey Tirkiyê ji bo gera duyema a hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyê îro Şemiyê 20ê Gulana 2023an Li firokexane, deriyên sînor û nûnertiyên Tirkiyê destpê kir.

Hilbijartinên gera duyem dê di 28ê Gulanê dê bên kirin, dengdana dengderên Tirkiyê yên li derveyî welat, dê heta 24ê Gulanê, di demjimêr 17.00an de berdewam dike.

Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê dê li 151 nûnertiyên Tirkiyê yên li 73 welatên derve li 167 xalan bo dengderên derve sindoqên dengdanên danîne.

Ji dengderên li derveyî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 241 hezar û 874 kesan ji bo hilbijartina Serokkomariyê ya gera duyemîn a ku di 2'ê Gulanê de bê kirin deng dan.

Hindek kesan dengê xwe di gera yekem de li derveyî Turkiyê bikar anîbûn, lê vê carê pêre gihiştin ku li Tirkiyê dengê xwe bidin.

Li firokexaneyan û deriyên sînor ên Kapikule, Ipsala, Pazarkule, Hamzabeyli û Derekoyê yên di navbera welatên Ewropa û Tirkiyê de dengder dê bikaribin heta 28ê Gulanê demjimêr 17:00an dengên xwe bidin.

Welatiyeke Tirkiyê dibêje: “Ez ji betlaneyê hatibûm Stenbolê. Ez gelekî bi kelecan im. Ez dê cara yekemîn dengê xwe bidim. Berê min li Fransayê dengê xwe bikar neanîbû.”

Welatiyekî din ê Tirkiyê jî got: “Bila ji milet û welatê me re bi xêr be. Kîjan berbijêr ji bo miletê me baş be bila ew biserkeve. Ez ji Almanyayê têm. Min dengê xwe yê yekem jî li wê derê dabû.”

Li parêzgeha Edirne ya Tirkiyê, welatî li Deriyê Sînor ê Kapikuleyê dengên xwe didin.

Şofêrê Barhilgirê Halit Tanriverdî jî got: “Ez ji ber şofêrê barhilgirê me diçim derveyî Tirkiyê. Ji bo ez dengê xwe bidim 2 roj in li vê derê me. Ji ber ez nagihim dema danîna sindoqan li Kîevê."

Li gor amarên Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) di gera yekem a hilbijartina serokkomariyê ya 14ê Gulanê de ji 3 milyon û 416 hezar dengderên li derveyî Tirkiyê, 967 hezar û 180 dengderan dengê xwe dane berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayîp Erdogan û 665 hezar û 111 dengderan jî dengê xwe dane berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu.

Ji bilî deriyên sinor û firokexaneyan Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) li 151 nûnertiyên Tirkiyê yên li 73 welatên derve li 167 xalan bo dengderên derve sindoqên dengdanê danine û welatî dikarin heta 24ê Gulanê demjimêr 17:00 dengên xwe bidin.