HUDA PAR bûye mijara hevrikiya aliyên siyasî

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Doza Azad (HUDA PAR) piştevaniya xwe ji bo Hevpeymaniya Cumhur ragihand. Di bangeşeyên gera duyem a hilbijartinên Tirkiyê de,  zimanê Hevpeymaniya Millet bi giranî li dijî HUDA PARê ye.

Hilbijartina serokkomar di 14ê Gulanê de yekalî nebû. Aliyên siyasî bo gera duyem a hilbijartinê dest bi propagnadeyan kirine.

Lê vê carê zimanê propagandeya Hevpeymaniya Millet bi giranî li dijî HUDA PARê ye ku di nav lîsteya AK Partiyê de beşdarî hilbijartinên 14ê Gulanê bû. Hevpeymaniya Millet HUDPARê bi peywendiya ligel rêxistina Hîzbullahê tohmetbar dike.

Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu dibêje: “Hûn dizanin eger ev bimînin ew kesên ku bi girêdana berazan mirovên me dikuştin dê bibin şirîkê desthilatê. Hûn dizanin ev dê tavîzan bidin terorîstan û welat birêve bibin û terorîstên ji her alî bînîn welat û parlamentoyê.”

Herwiha li ser çend gotinên Serokê HUDA PARê yên derbarê Hîzbullahê de jî ku dibêje ew wê rêxistinê wek rêxistineke terorîst nabîne,  bo gera dûyem zext û guvaşa li ser AK Partiyê zêde kiriye. 

Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li ser van rexneyên Hevpeymaniya Millet hat ser xetê û bersiva rexneyên li dijî partiya xwe da.

Zekeriya Yapicigolu got: “Çi dibêjin em terorîst in. Ne zêde dûr Sibata 2022an bernameya bîranîna mamsoteyê rehmetî Erbakan bû. Em jî hatin vexwendin. Em çûn û derbarê mamsote Erbakan de hinekî axivîn. Kemal efendî tu li wir rûniştî bû. Madem ez terorîst im, te çima bo min li çepikan da? An te wê demê nedizanî? Te niha zanî? Meral xanim ne zêde dûr, sala 2021an, dema te li navenda xwe ya giştî pêşwazî li Serokê me yê wê demê dikir û te digot hûn bixêr hatin û we şeref anî em ne terorîst bûn, lê piştî me piştîvaniya Recep Tayîp Erdogan kir em bûn terorîst?”

HUDAPAR partiyeke Îslamî ya Bakurê Kurdistanê ye û bi giranî siyaseta xwe li parêzgehên Bakurê Kurdistanê dike.

Di 14ê Gulanê berbijêrên wê ji ser lîsteyên AK Partiyê beşdarî hilbijartinan bûn û 4 kursî li Parlamentoya Tirkiyê misoger kirin.