IHD: Di 5 mehan de 15 girtiyan canê xwe ji dest dane

20-05-2023
RÛDAW
Nîşan IHD Girtîgeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Mafên Mirovan (IHD) ragihand ku di 5 mehên îsal de ji ber astengkirina dermankirinê li girtîgehên Tirkiyê 15 girtiyan canê xwe ji dest dane.

Komeleya Mafên Mirovan (IHD) amarên 5 mehên destpêka sala 2023an Çile-Sibat-Adar-Nîsan-Gulan ên canjidestdana girtiyan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê eşkere kirin.

Li gor amarên IHDê di 5 mehên destpêka îsal de 15 girtiyan ji ber astengkirina mafên dermankirin û azadbûnê canê xwe ji dest dane û bi vî awayî mafê wan ê jiyanê hatiye binpêkirin.

IHD dibêje di sala 2022an de 78 û di 5 mehên sala 2023an de jî 15 bi giştî di nav 17 mehan de 93 girtiyan canê xwe ji dest dane. Di raporê de tê gotin ku ji ber biryarên Saziya Pizîşka Edlî (ATK) girtî nikarin mafên tendirûstiyê bikar bînin û bi vî awayî hejmareke zêde ya girtiyên nexweş canê xwe ji dest didin.

Li gor amarên IHDê li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ligel 651 girtiyên ku nexweşiya wan giran e bi giştî 1517 girtiyên nexweş hene. Herî dawî Abdulhalim Kirtay ê di lîsteya nexweşên giran a IHDê de bû piştî 22 Adarê ji girtîgehê derket 12ê Gulanê canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst