Savci Sayan krîza dil derbas kir

20-05-2023
RÛDAW
Nîşan Savci Sayan Krîza Dil
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Savci Sayan ê ku di Hilbijartina Giştî ya Serdema 28emîn de berbijêrê parlamenteriyê yê AK Partiyê yê Îzmîrê bû, hat ragihandin ku li Aydinê krîza dil derbas kiriye.

Hate hînbûn ku Sayan di rê de nexweş ketiye û ew rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Adnan Menderesê ya Aydinê û dermankirina wî dewam dike.

Serokê Beşa Kardiyolojiyê ya nexweşxaneyê Prof. Dr. Hasan Gungor diyar kir ku Savci Sayan ê ku bi ji ber êşa sîngê anîne nexweşxaneyê û hatiye anjiyokirin û niha rewşa wî baş e.

Sayan ji bo bibe berbijêrê parlamenteriyê dest ji Şaredariya Agiriyê kişandibû, lê ji Îzmîrê nehat hilbijartin.

Hate hînbûn ku Savci Sayan di dema xebatên gera duyemîn a hilbijartina serokkomariyê de krîza dil derbas kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst