Rêveberê ORSAMê: YE xwe wek dostê Kurdan nîşan dide

20-05-2021
RÛDAW
Rêveberê Navenda Orsamê Ahmet Uysal
Rêveberê Navenda Orsamê Ahmet Uysal
Nîşan Parlamentoya Ewropayê Ahmet Uysal Tirkiye Kurd PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Navenda ORSAMê Ahmet Uysal li ser raporta Parlamantoya Ewropayê ya di derbarê Tirkiyê de got Yekîtiya Ewropayê qaşo xwe wek dostên Kurdan didin nîşandane, ew ne rast e. Ew dostê PKKê ne, ne dostê Kurdan in. Kesên ku gel piştgiriya wan dikin, YE piştgiriya wan nake.”

Rêveberê Navenda ORSAMê Ahmet Uysal beşdarî bultena 15.00 a Rûdaw TVyê bû ku taybet e bi Bakurê Kurdistanê û raporta Parlamnetoya Ewropayê ya di derbarê Tirkiyê de nirxand.

Ahemt Uysal li ser pesendkirina raporta Parlamentoya Ewropayê ya di derbarê Tirkiyê de dibêje “ Tikriyê fêrî raportên wiha bûye. Yekîtiya Ewrpoyê di nav xwe de pirsgirêkên wê bixwe hene. Li dijî Tirkiyê rexneyeke ne di cih de kirin. Li Ewropayê li dijî Îslamê dijayetiyeke mezin heye. Carna ew dijayetî wek dijayetiya Tirkiyê derdikeve rastê. Carna jî dibe wek dijayetiya Ereban û Kurda jî.”

Ahmet Uysal bal kişand ser rexneyên di raportê de yê bo Tirkiyê û wiha got “Yekîtiya Ewropayê qaşo xwe wek dostên Kurdan didin nîşandane, ew ne rast e. Ew dostê PKKê ne, ne dostê Kurdan in. Kesên ku gel piştgiriya wan dikin, YE piştgiriya wan nake.”

Di derbarê bandora raporta Parlamnetoya Ewropayê ya li ser Tirkiyê de jî  Uysal wiha axîvî “ev ne tişteke nû ye, her wext vî tîştî dikin. Tirkiye welatekî serbixwe ye û ji ber ku bihêz dibê hedef tê girtin. Wek mînak ji Erebistana Siûdî û Misrê te ti gotinek nabêje. Di derbarê kuştina Cemal Qaşikçî û bi sedan kesên di zindanan de ne tiştek nabêje, tenê Tirkiye hedef digre. Tirkiye li herêmê welatê herî demokratîk pêşketî ye. Tirkiye van rexenya heq nake. Li dijî Tirkiyê gelek lobî têne meşandin, lobiya Ermeniyan û ya Cihûyan hene. Fransa bi taybetî ji bihêzbûna Tirkiyê ya li Derya Navîn gelek aciz e.”  

Herwiha Uysal amaje bi yekê kir ji ber ku Tirkiye bihêz û serbixwe dibê û siyaseta xwe bixwe dimeşîne û ji ber ku dixwazin Tirkiyê ji Derya Navîn derxin, wê wek hedef tê girtin û got “berê welatên Rojava û Ewropa çi dixwest, Tirkiye wê dikir, lêbelî îro Tirkiye biryarên xwe bixwe distîne.”

Sedemên ku Tirkiye hê jî dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewropayê wiha anî Uysal wiha anî ziman “Yekîtiya Ewropayê li cîhanê hê jî blokeke giring e, ji aliyê aborî û siyasî de jî pêşketî ye. Em ne mehkûmê Yekitiya Ewropayê ne. Pêvajoya ku destpêkiriyê heye, eger bibim endamê YE, ew ji bo me ne zirar e, lêbelê em rijd in bibin endamê YEyê.”

Di derbarê xalên naveroka raporta Parlamentoya Ewropayê de yên zextên li ser Kurd û Kurdên Elewî de jî Uysal dijêje “Ev tişt ji bo PKKê tên kirin. Ji aliyê Leşkerî û siyasi de hêza PKKê gelek kêm bûye û nikara çalakiyan encam bide. Li Başûrê Kurdistanê operasyon tên meşandin, ev çalakî ne li dijî Kurdan e, li dijî PKKê ne lê YE bi qestî dixwaze Kurdan û Elewiyan ham bide.”

Parlamentoya Ewropa, raporta di derbarê sekinandina gotûbêjên endamtiya Tirkiyê bo Yekitiya Ewropayê pesend kiribû.

Raporta ku ji aliyê parlamenterê Îspanî yê parlamentoya YEyê Nacho Sanchez Amor ve hatibû amade kirin, bi hejmarek zêde ya dengan hate pesend kirin. Di dengdana raporê de 480 dengdêran got “erê”, 64 dengdêran got “na” û 150 dengdêr jî bêbiryar mane.

Di  raporê de têkildarî mafên bingehîn, demokrasî û mafên mirovan de rexneyên tund li Tirkiyê hatin kirin û tê de hate diyarkirin ku Tirkiye ji nirxên Yekitiya Ewropayê dûrketiye û têra xwe giringiyê nade Pirsa Kurd.

Di beşa pêşniyaran ya raporê de hate diyarkirin ku rêveberiya   Tirkiyê li beramber her cureyên çalakiyên aşitiyane yên Kurd û Elewiyan bi awayek sîstematîk guvaşê dike.

Her di wê raporê de hate diyarkirin ku pêwîst e doza Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçi ku 3 polîs ji ber tên darizandin, bi awayek bê alî bê dîtin û tawanbar bên cezakirin.       

Herî dawî di raporê amaje bi erişên tevgera nijadperest ya Tirkan ku weke “Gurên Boz” tên navbirin yên li dijî Kurd, Elewî û Yunaniyan hat kirin û hate xwestin ku ev tevger li lîsteya rêxistinên terorî bê zêdekirin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê jî karvedan li dijî vê biryarê nîşan da û  got “Di serdemeke ku hewlên başkirina peywendiyên Tirkiye û Yekitiya Ewropa dihatin dayîn de, qebûlkirina biryara pêşniyarê ya  Perlamentoya Ewropa ya ji rastiyan dûr, ne pêkan e.” 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst