Hewlêr (Rûdaw) – Rûniştina duyemîn a Doza Kobanî berdewam e û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak di parastina xwe de got: “Em Kurd in û eeger hûn bê qebşl bikin pirsgirêk namîne." Kişanak tekez jî kir "Darazêdî bûye lîstoka siyasetê."
Di rûniştina duyemîn a Doza Kobanî de dadgehkirina 28 siyasetmedarên girtî ku di nav de rêveberên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî hene berdewam e. Rûniştina dadgehê bi xweparastina parlamentera HDPê ya berê Ayla Akat Ata destpêkir. Di rûniştinê de bi sedan parêzer ji bo siyasetmedaran biparêzin di rûniştinê de amade bûn.
Rûniştina duyemîn a Doza Kobanî ku di nav de 28 jê girtî 108 siyasetmedarên ji siyaseta kurd tên darizandin, îro Pêncşemê li 22emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê di roja duyemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê destpêkir.
Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş bi sedema amadekariyên dozên cuda yên di Gulanê de, beşdarî dozê nebû. Lê Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê ya berê Gulser Yildirim, Siyasetvan Zeynep Olbecî, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak, Hevseroka berê ya HDPê Figen Yuksekdag û endamê Şanda Îmralî Sirri Sureyya Onder, bi rêya Sîstema Deng û Dîmen (SEGBIS) beşdarî dozê bûn.
Gulser Yildirim: Dengê me ji xwe re wekî talûkeyekê dibînin
Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê ya berê Gulser Yildirim got: “Ev ne Doza Kobaniyê ye, ev doz ji bo bûyerên 6-8ê Cotmehê ne hatiye vekirin, ev doz rasterast li siyaseta Kurd hatiye vekirin û îradeya gelê Kurd hedef digire. Gelên Tirkiyeyê jî wekî gelê Kurd li pêvajoya aştiyê xwedî derket. Tiştê ku desthilatdariya yekperest tirsand siyaset û felsefeya HDPê bû. Lewre, ji wan re nakokî û dijminatiya di navbera gelan de lazim bû. Ji ber vê yekê ev şer dan destpêkirin.”
Gulser Yildirim herwiha got: “Çima dengên me dibirin? Ji ber ku em di nava gel de ne û rastiyan dibêjin, ji ber ku em li dijî polîtîkayên wan ên şer disekinin. Ev zihniyet nexweşiyek e û ev rêbaz, rêbazeke faşîzmê ye.
Yildirim amaje bi wê yekê kir ku têkoşîna wan ji bo civakake ku dikaribe di nava edalet, azadî û wekheviyê de bi hevre bijî ye û got: “Dengê me, fikrên me yên rast û têkoşîna me ya heqîqetê, ji xwe re wekî talûkeyekê dibînin û dixwazin me di nav van dîwaran de desteser bikin û dîl bigirin.”
Zeynep Olbecî: Ez lijneya dadgehê red dikim
Siyasetvan Zeynep Olbecî jî ji Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan bi rêya SEGBÎSê beşdarî danişînê bû û wiha got: “Dosyeyek ku DAIŞ’ê diparêz e, hatiye amadekirin. Tiştek li ser navê hiqûq û mirovahiyê nîne. Lewma ez vê dadgehê qebûl nakim. Parêzerê min wê bi berfirehî her tiştî raxîne holê.”
Zeynep Olcî anî ziman ku ew ew şandeya dadgehê red dike û wiha pê de çû: “Lijneya dadgehê li gorî hiqûqê tevnagere, ji ber wê, em vê dadgehê qebûl nakin. Tu rastiyeke îdiayên li dijî min û hevalên min nîne û ev îdia xwe naspêrin delîlên şênber. Ez jî wekî hevalên xwe, vê dadgeha ku bi destê AKP’ê hatiye avakirin red dikim.”
Gultan Kişanak: daxwaza redkirina dadger dikim
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak bi SEGBÎSê ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê beşdarî beşdarî dadgehê bû û parastina xwe kir.
Gultan Kişanak diyar kir ew ji bo ku dadger red bike mafê axaftinê standiye û got: “Êdî daraz bûye pêlîstûka lîstoka siyasetê. Îro li welat, serbixwetiya darazê, bûye pirsgirêkek mezin. Divê endamên darazê serbest tevbgerin. Cihê ku hûn lê ne serbixweye û ne jî hiqûqiye, ji ber vê ez daxwaza redkirina dadger dikim.”
Kişanak xwe weke jineke Kurd pênase kir û got: “Ez Kurdim Kurd. Ez jinek Kurdim. Ji bo min li navên nû negerin. Her kes li gorî hesabê xwe min dike ‘cudakar’, ‘komunist’ û ‘terorîst.’ Ez tenê mirovim, jinim û Kurdim. Dev ji vê xala reş berdin.”
Ligel pisporên Delegasyona Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê, Nûnerên dîplomat yên welatên Yekîtiya Ewropayê jî bo dozê bi şopînin beşdar bûne.
Bi sedan parêzer bo parastina siyasetmedaran beşdarî Doza Kobanî bûn. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sincar û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîkê Berdan Ozturk û gelek rêveber, parlamenterên HDPê û nûnerên rêxistinên jinan jî di rûniştina dozê de amadebûn.
Bûyerên Kobanî
Protestoyên Kobanî ku wek bûyerên 6-8ê Cotmehê jî tên binavkirin, 6-8ê Cotmeha 2014an ji aliyê HDPê û bi beşdarbûna xelkê Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin ku armanc ew bû dorpêça li ser Kobanî bi dawî bibe, xeteke însanî ya alîkariyê li sînor bê vekirin û veguhastina çekan bo DAIŞê li ser sînorên Tirkiyê were rawestandin.
Li gor raporta Komelaya Mafên Mirovan a 7-12ê Cotmeha 2014an di encama van bûyeran de bi giştî 46 kesan canê xwe ji dest dabûn, 682 kes birîndar bibûn û 323 kes jî hatibûn desteserkirin. Herwiha li gor amarên ajansa fermî ya Tirkiyê yên wê demê zerar gehiştibû 1113 avahiyan jî.
Biryara DMME
Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê roja 22ê Kanûna 2020an derbarê dosyeya hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş de biryara xwe aşkere kiribû û ragihandibû ku divê Demirtaş demildest were berdan.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di biryara xwe de ragihandibû,“Demîrtaş li derveyî yasayê hatiye girtin.Herdu dadweran Demîrtaş li derveyî yasayê hukim kiriye.Ti belge nîne tawanbarbûna Demîrtaş tekez bike.”
Lêbelê 7emîn Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Enqerê bi hinceta ku wergera biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bi Tirkiyê nehatiye pêşkêşkirin, daxwaza azadkirina Demîrtaş red kiribû.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gotibû, Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê biryar li ser bingeheke rast nedaye û wek “binpêkirin” binav kiribû û rexne li CHPê jî girtibûn bi sedema ku “alîgiriya Demîrtaş” dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse