Dengdana pêşnûmeya rakirina parêzbendiyê destpê kir
Enqere (Rûdaw) – Gotûbêjên li ser tura duyemîn a dengdayîna pêşnûmeya rakirina parlamenretan li Parlamentoya Tirkiyê destpê kirin.
Parlamentoya Tirkiyê îro dîsa bo tura duyemîn a dengdayîna pêşnûmeya rakirina parlamenretan kom bû.
17ê Adarê, li parlamentoya Tirkiyê li ser pêşnûmeya rakirina parêzbendiyan dengdayîn pêk hatibû û benda yekem a vê pêşnûmeyê bi 350 dengan û ya duyem jî bi 357 dengan hatibûn pejirandin.
AK Partî û MHPê dixwaze pêşnûme bê pejirandin, lê HDP li hember derdikeve. Herwiha CHPê jî di vê mijarê de bûye du beş û aliyek li dij derdikeve û aliyek jî qebûl dike.
Ji aliyê din ve çend parlamenterên CHPê Serokê Meclîsê Îsmaîl Kahraman şermezar kirin Lijneya Giştî ya Meclîsê terikandin.
Eger pêşnûme bi zêdetirî 367 dengan bê erêkirin dê yekser bê pejirandin, lê heger di navbera 330-367an de dengên erê derbikevin ew ê di Rojnameya Fermî de bê weşandin û piştî 60 rojan dê referandûm pêk were.