Birayê Sirri Sureyya Onder li ser rewşa wî daxuyanî da

20-04-2025
RÛDAW
Nîşan Sirri Sureyya Onder Alî Onder
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birayê Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder Ali Onder, derbarê rewşa tenduristiyê Onder got, "Em bi hêvî ne û em li benda başbûna wî ne.”

Alî Onderê birayê  Endamê Heyeta Îmraliyê û Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder li ber Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê derbarê rewşa biryayê xwe daxuyanî da.

Alî Onder got, "Tê gotin ku ji bo nexweş, rewşa niha stabîl, pêvajoyeke erênî ye.  Ji ber ku divê laş û endamên wî bêhna xwe vedin. Em bi hêvî ne, li benda başbûna wî ne.”

Li ser pirsa ku Onder bertek nîşan dide yan na, Alî Onder bersiv da, "Em jî dizanin ku ew ji bo başbûna wî ne pîvan e.

Biraziya min di hevdîtina ewil de got wî bertek nîşan da lê qonaxên wê, dewreyên wê hene.

Yanî ji ber ku ew di pêvajoya razandinê de ye."

“Ez bi agahiyên bijîşkan qayîl dibim”

Onder diyar kir ku ji bo dîtina birayê xwe ti hewlê nade û got:

"Ez bi taybetî naçim serdana wî. Li vir bijîşkên me mûcîzeyekê pêk tînin, bi rastî bi derziyê bîrê dikolin.

Niha ez naxwazim biçim û tiştekî ji ser xwe berdim ser nexweşekî ku bi kedeke wiha hatiye vegerandin.

Hûn çi qasî bi awayekî steril bikevin hundir jî em di hawîrdora nexweşxaneyê de ne.

Ez bi daxuyaniyên mamosteyên xwe qayîl dibim.

Ne hewce ye ku ez biçim hundir. Bila zû baş bibe, vegere nav me û em hemû wî bibînin."

Li ser pirsa îdiayên ku piştî emeliyatê dil nehatiye girtin, Alî Onder got, "Piştî emeliyatê, sîng ji bo tedbîrê nehatibû girtin lê îro bijîşkan biryar da û wan singî girt."

15ê vê mehê krîza dil li Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder da.

Sirri Sureyya Onder hat emeliyatkirin û ji wê demê ve li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ya Stenbolê tê dermankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst