Li Edîrneyê 30 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Edîrneyê yê Tirkiyeyê 30 koçberên ji welatên Îraq, Efxanistan û Pakistanê hatin desteserkirin.

Li gorî zanyariyan operasyon û xebatên hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li bajarê Edîrneyê ji bo rûbirûbûna qaçaxçîtiya koçberan û koça neyasayî berdewam in.

Di çarçoveya wan xebatan de roja şemiyê li Edîrneyê 30 koçberên ji welatên Îraq, Efxanistan û Pakistanê hatin desteserkirin.

Tîman koçberên desteserkirî piştî karûbarên îfadeyê birin Rêveberiya Koç û Koçberan a Edîrneyê.