Mîdîbûsa karkeran wergeriya: 19 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Serîkê ya parêzgeha Antalyayê ya Tirkiyeyê mîdîbûsa karkerên otelekê wergeriya û 19 kes birîndar bûn.

Li taxa Ortayê ya navçeya Serîkê ya Antalyayê mîdîbûsa karkerên otelekê ji derket û qulibî.

Di bûyerê de 19 karkerên otelê birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e û li nexweşxaneyê tên dermankirin.