IHD: Li girtîgehên Tirkiyê 52 girtî rastî îşkenceyê hatine

20-04-2023
RÛDAW
Nîşan IHD Girtî Îşkencekekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Mafên Mirovan (IHD) ragihand ku di 3 mehên destpêka îsal de li herêma Anatolya Navîn a Tirkiyê di girtîgehan de 3 kes bi çekê, 6 kes bi awayekî bi guman, bi giştî 13 girtiyan canê xwe ji dest dane û 52 girtî jî rûbirûyî îşkencê bûne.

Komîsyona Girtîgehan a ser bi Şaxa Enqerê ya Komeleya Mafên Mirovan (IHD) rapora xwe ya 3 mehên destpêkê yên sala 2023an a derbarê girtîgehên Herêma Anatolya Navîn eşkere kir.

Li gor raporê di 3 mehên destpêka îsal de li 24 girtîgehên Herêma Anatolya Navîn ya Tirkiyê 3 kes bi çekê, 6 kes bi awayekî bi guman bo giştî 13 girtîyan canê xwe ji dest dane û 52 girtî jî rûbirûyî îşkencê bûne û azadkirina 32 girtiyan jî hatiye astengkirin.

Hevberdevka Komîsyonê Nuray Çevirmen dibêje ji wan 24 girtîgehên li wê herêmê 89 girtiyan û ji girtîgehên din jî 39 girtiyan bi giştî 128 kesan serlêdana komeleyê kirine.

Li gor amarên Rêveberiya Giştî ya Girtigehan û Cezayê li 399 girtîgehan ku dikare 291 hezar û 592 kes bimînin niha 353 hezar û 368 girtî dimînin.

Nuray Çevirmen her wiha dibêjê di 3 mehên destpêka îsal de 2 ji wan jin 13 girtiyan canê xwe ji dest dane û ji wan 4 kes ji ber nexweşiyê ye. Ligel vê yekê 3 girtiyan jî bi çekê canê xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst