Li Mêrsînê agir bi kargehekê ket: 4 kes mirin

20-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Akdenizê ya ser bi parêzgeha Mêrsînê ya Tirkiyê ve, agir bi kargehekê ket û di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan.

Li Herêma Pîşesaziya Mêrsînê, şeva 19ê Nîsanê ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi kargehekê ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên agir vemirandinê bo cihê bûyerê hatin şandin û yekser dest bi vemirandina agir kirin. Di dema vemirandina agir de banê kargehê hilweşiya û 4 karker û karmendekî berevaniya şaristaniyê di bin kavilan de man.

Di encamê de karmendê berevaniya şaristaniyê Nazmi Çelikkaya û 3 karkeran canê xwe ji dest dan.

Parêzgarê Mêrsînê Ali Hamza Pehlivan ragihand: “Di encama xebatan de termên 3 karkeran ji bin kavilan hatin derxistin. Ji bo derxistina karkerekî jî ku tê pêşbînîkirin di bin kavilan de ye xebat berdewam in.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst