Erdogan bo hevdîtina Kiliçdaroglu ligel HDP: Eger tu rast bî peymanên nihênî eşkere bike

20-04-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Recep Tayip Erdogan Kemal Kiliçdaroglu Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê û Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur bo wê postê Recep Tayyip Erdogan bêyî ku nav bîne  got ku berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu ligel HDPê peymanên nihênî kirine û amaje bi serdana wî ya bo HDPê kir û got: “Bay Kemal tu li pişt deriyên nihênî çi axivî? Eger tu rast bî bo vî miletî wan jî eşkere bike.”

Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu piştî ku wek berbijêr ji aliyê hevpeymaniya xwe ve hat ragihandin, ji bo bidestxistina piştevaniyê serdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kiribû. Bepirsên wê partiyê jî di hilbijartinên Serokkomariyê yên 14ê Gulanê de glopa kesk bo Kiliçdaroglu pêdixin.

Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ku ji sala 2016an ve li girtîgehê ye rojane li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamên piştevaniyê Kemal Kiliçdaroglu belav dike.

Ev helwesta HDPê ya bo Kiliçdaroglu ji aliyê Hevpeymaniya Cumhur ve bûye sedema karvedanan û Serokkomarê Tirkiyê û berbijêrê wê hevpeymaniyê Recep Tayîp Edogan berdewam li meydanan behsa wê dike ku Kemal Kiliçdaroglu di serdana xwe ya bo HDPê de hinek bazarên nihênî kirine û ji raya giştî re eşkere nake. Erdogan herî dawî roja Çarşemê 19ê Nîsana 2023an li bajarê Denîzlî yê Tirkiyê di bernameyeke fitarê de ev mijar anî rojevê.

Serokkomarê Tirkiyê bêyî ku nav bîne amaje bi wê yekê kir ku berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu ligel HDPê peymanên nihênî kirine.

Erdogan wiha axivî: “Li pişt deriyên girtî, bazarên qirêj hene ku ligel aliyên siyasî yên rêxistina dabeşker dikin. Peymanên nihênî hene. Bay bay Kemal tu li pişt deriyên nihênî çi axivî? Eger tu bikarî eger tu rast bî û bi namus bî bo vî miletî wan jî eşkere bike. Bila ev milet dirustiya te bibîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst