Sêyemîn doza kuştina malbata Kurd li Konyayê birêve çû

Konya (Rûdaw) - Seyemîn rûniştina doza malbata Kurd ya ku li bajarê Konyayê 7 kes jê hatibûn kuştin, li 4emîn dadgeha cezayê giran ya Konyayê birêve çû. Kujerê 7 kesên ji malbata Dedeoglu, Mehmet Altun bi rêya sîstema deng û reng (SEGBİS) beşdar bû. Di rûniştina dozê de parêzêrên malbata Dedeoglu, parlementerê berê yê CHPê Atilla Kart û parlementerên HDPê Garo Paylan û Tulay Hatimogullari jî amade bûn. Dadgehê dozek ji bo 8 Hezîranê dozek jî ji bo 1ê tîrmehé da paş.

Nêzîkî salek beriya niha dema ku em derbasî nava hewşa wan bûn, Yaşar Dedeogulları, hejvîna wî Îpek xanim zarokên wan Sîbel, Serpîl, Serap, Metin û Çetin peşwaziya me kiribûn. Piştî kuştina 7 endamên malbata Dedeogullari hewş û mala wan niha çol maye, tîmeke asayîşa Konyayê li derê malê disekine û kesûkarên malbata jî bi destûreke taybet dikarin biçin cihê bûyerê.

Birayê Yaşar Dedeogullari Cengiz Rifatoglu diyar kir “Li vir komkujiyek kirin. Her dema em diçin dadgehê hêrs û kîna me zêdetir dikin. Dadgeh dixwaze em jî biçin hin kesan bikujin lê vê yekê nakin, em ya ku wan kiriye nakin em xwe naynin rêza wan.”

Doza malbata Dedeoguları li dadgeha Konyayê berdewam e. Bi gotina parêzeran erîşkar Mehmet Altun piştî ku 7 kesan dikuje peywenndikeyek telefonî bi asayîşa konyayê re encam dide û dibêje “Ez ê ji heman malbatê 5 kesên din jî bikujim û xwe radest bikim” li gorî îddiayan ji wan 5 kesan yek jî biraziyê Yaşar Dedeoğlı Harun e.

Birazayê Yaşar Dedeogullari Harun Rifatoglu got “Kujer hatiye xwe weke fermanberê dewletê daye nasandin. Malbat bi wî şeklî li hev kom kiriye. Jê re gotine kesekî ev aqil dayê û rê nîşan daye. Gotiyê xwe weke fermanberê dewletê bide nasandin. Em dixwazin aşkere bibe ka kî li pişt wî ye. Hatiye bi plan teqe kiriye, teqe li jinan zarokan û pîran kiriye.”

Dadgeha Konyayê dozê weke du dosya dimeşîne. Di dawî runştina dozê de dosyayek ji bo 28 heziranê dosyayek jî ji 1ê tîrmehê da paş.

Parêzer Îbrahim Guclu ragihand “Ev doze êdî tenê di nav diwarên dadgehê de nemaye. Doz bûye doza hemû Tirkiyê û êdî doz bûye dozeke nawdewletî.”

Malbata Dedeoğlları ji bajarê Qersê ne û nêzîkî 20 sale ku li bajarê Konyayê bicih bibûn. Roja 12ê gulana sala borî nêzîkî 50 kesan erîşê malbata kiribû û roja 30 tîrmeha heman salê kesekî bi navê mehmet altun êrişêke çekdarî encam dabû 7 endamên malbata hatibûn kuştin.