Mîthat Sancar: Hejmara girtîgehên Tirkiyê zêde dibin

20-04-2022
RÛDAW
Nîşan Mîthat Sancar HDP Girtîgeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di civîna vê hefteyê ya fraksîyona partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyê de diyar kir ku hejmara girtîgehan dê li Tirkiyê zêde bibin.

Hevserokê HDPê Mîthat Sancar diyar kir ku mijara girtîgehan her tim di rojeva HDPê de ye û got, "Ger hûn dixwazin hevsengiya edalet û asta standart a welatekî bizanin yekem cihê ku divê hûn lê binêrin girtîgeh in. Girtîgeh neynikên hikûmeta welat in.”

Mîthat Sancar destnîşan kir ku Tirkiyê dibe girtîgeheke mezin.

Mîthat Sancar her wiha anî ziman, "Dîwarên girtîgehan her tim bilind dibin û girtîgeh zêde dibin, ev jî nîşan dide ku desthilatdarî veguheriye rejîma girtîgehê. Rejîm ji bo ku welêt bike girtîgeheke mezin hemû hewlan dide.''

Serokê Partiya Guhertin a Tirkiyê (TDP) Mistefa Sarigul jî di 16.04.2022an serdana girtîgeha Edeneyê de ji çapemeniyê re axivî û got, "Li Tirkiyê zêdeyî 325 hezar kesan di girtîgehan de ne. Ev gelekî zêde ye ji bo girtîgehên me."

Mistefa Sarigul diyar kir ku berî temambûna meha Remezanê divê hemû alî hewl bidin ku efûyeke giştî derkeve û got, "Efû divê kesên tawanbarên teror, narkotîk û tundûtijiya li hember zarok û jinan negire nava xwe."

Tevî ku gelek rexne li rewşa girtîgehan li Tirkiyê tê kirin jî, Hikûmeta Tirkiyê heta niha bersiv nedaye pêşniyaran.

Li gorî rapora Rêveberiya Giştî ya Girtîgehên Tirkiyê ya di sala 2022an de, 269 girtîgehên girtî, 86 girtîgehên vekirî, 4 girtîgehên rehabîlîtasyona zarokan, 10 girtîgehên jinan ên girtî, 6 girtîgehên vekirî yên jinan, 8 girtîgehên girtî yên zarokan, bi giştî 383 girtîgeh li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst