Davutoglu: Penaberên Surî bê avakirina şert û mercan nabe werin vegerandin

20-04-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu derbarê vegerandina penberên Sûrî de bo welatê wan daxwiyaniyek da û got: "Bêyî avakirina şert û mecan em nikarin bibêjin wele em dê penberên Surî vegerînin welatê wan."

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu li bajarê Îzmîtê yê Tirkiyê di civîneke çapemeniyê de behsa pirsa penaberên Surî yên li Tirkiyê kir.

Ahmet Davutoglu got: “Heta şert û mercên vegerê neyên avakirin, vegerandina penberan wiha bi gotinekê ‘Emê penaberan vegerînin’ dibe ku ji guhê mere xweş bê lê ne mimkun e. Divê destpêkê ji bo li Suriyê aştiyek daîmî çêbibe hewldanên me hebin. Ev jî bi biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dibe."

Berî vê Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu jî gotibû ‘Em dê penaberên Surî bi dehol û zirneyê vegerînin welatê wan’.

Herwiha Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî gotibû: "Bo vegerandina penaberên Surî çi ji destê me were em dê bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst