Demirtaş: Hilbijartinên şaredariyan ji bo Erdogan peyameke giring bû

20-04-2019
RÛDAW
Nîşan Selahattin Demirtaş Washington Post Hilbijartinên Şaredariyan Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş encamên hilbijartinên şaredariyan ji bo HDPê weke serkeftinê dibîne û dibêje tevî guvaşên hikûmetê, HDPê serkeftineke mezin bidest xist û herwiha vê hilbijartinê jî ji bo Recep Tayyip Erdogan peyameke giring bi nav dike.

 

Selahattin Demirtaş di gotarekê de ku ji bo rojnameya Washington Post nivîsandiye, dibêje: “Hilbijartinên şaredariyan peyameke giring bû ji bo desthilata Tirkiyê û bi taybetî ji bo Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan.”

 

Demirtaş wiha dibîne ku AK Partî di hilbijartinan de şikest xwar û dibêje, partiya Serokomarê Tirkiyê 5 şaredariyên mezin ji dest dan, di nava wan de Stenbol jî heye ku Erdogan ji wir dest bi proseya xwe ya siyasî kiribû.

 

Selahattin Demirtaş diyar dike, ku bi hezaran endamên HDP û di nava wan de ew jî, ku diviyabû di proseya siyasî de beşdar bin, lê ji ber sedemên siyasî di zindanê de ne û hêzên ewlekariyê berdewam astengiyê ji wan re çêdikin, tevî ku piraniya endamên HDPê bi terorîst hatine binavkirin, lê partiya wî di hilbijartinên dawiyê de, hêza xwe nîşan da.

 

Hevserokê berê yê HDP derbarê pêvajoya aştiyê de dibêje, PKK guh nade ti kesî ji xeynî Ocalan, ji ber vê yekê baştir bêjin ku ti pêvajoyeke aştiyê bê Ocalan bi ser nakeve, Demirtaş di wê baweriyê de ye ku hemû xelkê Tirkiyê ne tenê alîgirên HDPê, daxwaza aştiyê û demokrasiyê dikin desthilata take kesî red dikin û hêvî dikin ku Erdogan vê yekê fêm bike, eger na dê hilbijartinên bê, bibin dawiya wî.

 

Selahattin Demirtaş ji civaka navdewletî daxwaz kir ku hana Tirkiyê bide da ku li ser rêya demokrasiyê û aştiyê bimeşe. Demîrtaş got, HDP û Kurd berdewam ji bo aştiyê amade ne û ew di wê baweriyê de ye ku dê biserkevin û welatekî bihêz û demokratîk û xwedî aboriyeke bihêz ava bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst