Baydemir: Ne xemgîn im, rojek dê bi wan yasayên xwe werin darizandin

20-04-2018
RÛDAW
Nîşan Osman Baydemir HDP Parlementerî
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Parlementerê HDPê yê Rihayê Osman Baydemir ku parlementeriya wî hat betalkirin ragihand: “Em ji ber biryarê qasî misqalek jî xemgîn nabin. Rojekê ew bi xwe dê bi yasayên ku derdixin, werin darizandin.”

 

Parlamentoya Tirkiyê duh pêncşemê (19.04.2018) piştî ku tezkere li parlamentoyê hatin xwedin, mafê parlamenteriyê ji herdu parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr û Selma Irmak stand.

 

Osman Baydemir piştî biryara betalkirina parlementeriyê ji BBC Turkçe re ragihand: “Ez ji ber vê biryara wan bi rûmet im, şanaz im. Ev biryar dide nîşandan ku ew dîktatoriyê diparêzin, ev biryar dide nîşandan ku AKP faşîzmê diparêze, hemû pirên pêkvejiyanê ji holê radike.”

 

Baydemir herwiha diyar kir: “Bi biryareke bi vî rengî bizorêwergirtina parlementeriya me dide nîşandan ku AKP çi qas ji aştî, demokrasî û azadiyê ditirse. Niha mafê destnedanê jî ji ser min rabû. Eger hemû dozên ku derbarê min de hatine vekirin, bi ceza bi dawî bibe, heta 300 salan cezayê girtîgehê ji bo min tê xwestin. Ji navê viya re jî demokrasiya AKPê tê gotin. Bila ti kes ji bîr neke, dê rojek bi yasayên ku wan bi xwe derxistine, werin darizandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst