Erbakan û Ozal bûne berbijêrê serokkomariyê

20-03-2023
RÛDAW
Nîşan Fatih Erbakan Ahmet Ozal Berbijêrê Serokkomariyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Ji Nû Ve Xweşguzarî (Yeniden Refah) Fatih Erbakan û Serokê Partiya Geşedana Teknolojiyê Ahmet Ozal, îro 20ê Adarê jib o berbijêriya serokkomariyê bi fermî serî li Komîsyona Hilbijartina Bilind a Tirkiyê dan.

Pêştir Recep Tayyip Erdogan, Kemal Kiliçdaroglu û Muharrem Înce berbijêriya xwe ya serokkomariyê eşkere kiribûn. Ligel Fatih Erbakan û Ahmet Ozal hejmara berbijêrên serokkomariyê gihişte 5an.

Fatih Erbakan piştî serlêdana fermî ragihand, “Me wek Partiya Yeniden Refah biryar da, ku li hemû herêmên hilbijartinê bo parlamenteriyê bêyî ku beşdarî hevpeymanekê bibin, serbixwe beşdar bibin. Weke berbijêrê serokkomariyê yê Partiya Yeniden Refah bo hilbijartinên 14ê Gulanê, min bi fermî serî li Komîsyona Hilbijartina Bilind da.”

Partiya Yeniden Refah, bi Hevpeymaniya Cumhur re hevdîtinên beşdariya hevpeymaniyê dikir, lê ji ber ku li hev nekirin, Partiya Yeniden Refah biryar da bi serê xwe beşdarî hilbijartinan bibe.

Erbakan derbarê lihevnekirina bi Hevpeymaniya Cumhur re got: “Dema dema wê hat em ê hurgiliyên lihevnekirinê eşkere bikin. Niha ewqas bes e. Me wek partî biryareke wiha da.”

Ahmet Ozal jî ku kurê Serokkomarê berê yê Tirkiyê Turgut Ozal e, îro bi fermî serî li Komîsyona Hilbijartina Bilind da.

Ozal got: “Me bi fermî serî lê da û em ê niha dest bi komkirina îmzeyan bikin. Piştî me îmze temam kirin em ê li hemû Tirkiyê bigerin.”

Hilbijartinên serokkomariyê û parlamenteriyê yên Tirkiyê, dê 14ê Gulana 2023ê bêne kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst