Erogan li dijî “Lijneya Şopandinê” derket

Navenda Nûçeyan – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan derbarê avakirina lijneya ku pêvajoya çareseriyê bişopinî de got ew wê yekê erênî nabîne.

 

Duhî di çapemeniya Tirkiyeyê de hatibû îdiakirin ku hunermend Kadir Înanir, akademîsyen Prof. Dr. Denîz Ulke Aribogan, rojnameger Avnî Ozgurel û Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan dê di lijneya şopindinê de cih bigrin.

 

Erdogan beriya serdana Ukraynayê li balafirgehê pirsên rojnamevanan bersivand û wiha got: “Ez lijneya şopindinê erênî û rast nabînim. Karên wiha ji bo ku dilê hin kesan xweş bibe nayên kirin.”

 

Erdogan di mijarê de hişyarî da Hikûmeta Tirkiyeyê amaje kir ku ew kar ji aliyê rêxistina saloxgeriyê ve tê rêvebirin û wiha domand:

 

Haya min ji tiştekî wiha tuneye.. Di dema mirovên aqilmend de gotibûn bila şande ji wan here Îmraliyê lê ez dijî vê yekê derketibûm. Ez niha jî heman tiştê dibêjim. Hûn dizanin çend caran hin nivîskarên romanan şandin çiyê. Di encamê da çi derket? Gelo dê romanên nû bidin nivîsandin, gaveke wiha davêjin? Tiştên wiha hewce nakin û ez rast nabînim.