Sezgîn Tanrikulu xwest Tirkiye Tevkujiya Helebceyê nas bike

Maşallah Dekak

Amed (Rûdaw) – Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu xwest Parlamentoya Tirkiyeyê bi qanûnek Komkujiya Helebceyê nas bike.

Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê û parlamenterê Stenbolê ku ji Amedê ye Sezgîn Tanrikulu, pêşniyarek qanûnê da Parlamentoya Tirkiyeyê. Tanrikulu, bal kişand ku di dema dîktatorê Iraqê Sedam Huseyîn de 200 hezar kurd bi awayek hatine qirkirin û di Helebce de jî 5 hezar kurd bi xazên kîmyewî hatine qetilkirin. Tanrikulu, di pêşekiya sedema qanûnê de ramanên xwe wiha vegot: “Weke ku tê zanîn li Iraqê Sedam Huseyîn di dema desthilatdariya xwe de, li hemberî kurdan komkujiyeke bi navê Enfal da destpêkirin. Di van komkujiyên di navbera 1986-1988’an de zarok, ciwan, jin û extiyar tê de nêzî 200 hezar kurd hatin qetilkirin. Bi tevahî 4 hezar û 500 gundên kurdan hatin şewitandin û xirakirin. Bi deh hezaran kurd ji cih û warên xwe hatin koçberkirin. Di çarçoveya vê komkujiyê de di 16’ê adara 1988’an de li Helepçeya Silêmaniyê bi balafirên Sedam Huseyîn di ser kurdan de bombeyên xazê hatin barandin û 5 hezar kurd hatin qetilkirin. Her wiha 7 hezar kurd jî seqet man. Lê piştî ku hêzên biyanî piştî şerê Iraqê ketin herêmê tespît kirin ku hejmara mirî û birîndaran zêdetir e.”

Tanrikulu, di pêşniyara qanûna xwe de bi bîr xist ku Dadgeha Bilind a Cezayê ya Iraqê Tevkujiya Helebceyê weke jenosîd bi nav kiriye û piştre jî parlamentoyên Swêd, Norwec û Brîtanyayê ev tevkujî weke jenosîd qebûl kirin.

Tanrikulu, di pêşniyara xwe de xwest Parlamentoya Tirkiyeyê jî biryarek bigre û vê tevkujiyê weke jenosîd nas bike. Tanrikulu, da zanîn ku tevkujiya Helebceyê di cîhanê de tevkuiya herî trajedîk e û vê yekê bi êşeke mezin cihê xwe di nava rûpelên cîhanê de girtiye.

Di 16’ê adara 1988’an de li qesebeya Helebce ya bi ser Silêmaniya Herêma Kurdistanê ji aliyê hêzên Sedam Huseyîn ve li ser kurdan xazên kîmyewî hatibûn barandin. Di encama tevkujiyê de 5 hezar kurd hatibûn qetilkirin û bi hezaran kurd jî birîndar bibûn. Li vê navçeyê ji ber xazên kîmyewî hê jî zarok seqet têne dinyayî û koka gelek nebatan jî rabû.