Kampa Mexmûr diçe rojeva parlamentoya Tirkiyê

20-03-2013
RÛDAW
Nîşan PKK Ocalan Tirkiye AKP
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Di nava pêşnûmeya vê heftiyê biçe parlamentoya Tirkiyê de, sererastkirina ji bo penaberên kampa Mexmûrê jî hene. Li gor wê pêşnûmeyê heta ‘Kesên bê welat’ bigihin statuya xwe, wê belgeyeke taybet a bi hêjmar bê dayîna wan.

Li gor rojnameya Akşam a Tirkiyê, Enqere di pêvajoya çareseriyê de ligel ku gerîlayên PKK’ê ji nav axa Tirkiye û bakurê Kurdistanê vekişin, xebat tên kirin ku kampa  Mexmûr a penaberên ji bakurê Kurdistanê bê valekirin û kesên li vir dijîn vegerin Tirkiyê. Li gor nexşe rêya hatî amadekirin ku ligel Rêveberiya Herêma Kurdistanê di nava peywendiyan de ne, ligel welatiyên Tirkiyê kesên ji welatîbûnê hatine derxistin an jî li wir (Mexmûr) ji dayîk bûne jî wê vegerin.

Di çarçoveya plana Tirkiyê de ji bo kesên li kampa Mexmûr dijîn, wê ‘Statûya vegerê’ di çarçoveya hiqûqî de bê dayîn. Piştre jî wê ligel rêveberiya Herêma Kurdistanê ji bo kesên dixwazin vegerin, wê amadekarî bên kirin di nava ewlekariyê de sînor derbas bikin. Kesên nexwazin vegerin jî, wê rêveberiya kampê dewrî Rêveberiya Herêma Kurdistanê bê kirin û li vir jiyana xwe bidomînin.

Li aliyê din jî pêşnûmeya ‘Biyanî û Yasaya Saziya Navneteweyî’ ya sala borî di komîsyona hundir a parlamentoya Tirkiyê de hatî pejirandin, vê heftiyê tê rojeva parlamentoyê. Di pêşnûmeyê de statûya hiqûqî ya kesên bê welat tê sererastkirin. Li gor vê yekê kesên li kampa Mexmûr jî di nav de û kesên bê welat, wê belgeyeke hêjmarek taybet li ser be bê dayîna wan.

Penaberên niha li kampa Mexmûr dijîn, di sala 1994’an de ji ber zilm û zordariya li bakûrê Kurdistanê reviyan û derbasî başûrê Kurdistanê bûn. Penaberên bakûrê Kurdistanê yên li Kampa Mexmûr di sala 1998’an de hatine Mexmûr. Hêjmara rûniştvanên kampê zêdetirî 12 hezar kesî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst