DEM Partiyê bersiv da: Gelo partiyê ji bo Stenbolê serlêdan nekiriye?

Hewlêr (Rûdaw) - Hat îdiakirin ku DEM Partiyê li Stenbolê ji bo hilbijartinên xwecihî di dema xwe de serlêdan nekiriye.

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partiyê) bersiva wan îdiayan da û got:

“Me ji bo berbijêriya Şaredariya Mezin a Stenbolê di dema xwe de serlêdan kiriye. Ew spekûlasyonên ku tên kirin ji rastiyê dûr in.”

Ji bo hilbijaritinên xwecihî yên 31ê Adara 2024an demjimêr 17:00ê Sêşemê 20ê Sibata 2024an dema dawî bû ku partiyên siyasî lîsteyên berbijêrên xwe radestî Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê yên li bajaran bikin.

Lê hat îdiakirin ku DEM Partiyê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dereng serlêdan kiriye û Desteya Bilind a Hilbijartinên Stenbolê serlêdana wê qebûl nekiriye.

“Di rê de qezayeke trafîkê çêbûye û ji ber wê dereng mane”

Serokwekîlê Grûpa DEM Partiyê Sezaî Temellî ji televîzyoneke Tirkiyeyê re derbarê mijarê de axivî û got:

“Di rê de bûyereke trafîkê çêbûye û ji ber wê dereng mane lê hevalên me saet 17:00 kêm 5 xulekan li wê derê bûn.

Niha nerazîbûnên me berdewam dikin. Em jî nizanin çima serlêdan nayê qebûlkirin.”

Berdevka DEM Partiyê daxuyanî da

Berdevka DEM Partiyê li ser van îdiayan ji medyaya Tirkiyeyê re ragihand ku wan di dema xwe de serlêdan kiriye û di vê mijarê de ti pirsgirêk nîne.

“Ew spekulasyonên ku tên kirin ji rastiyê dûr in”

DEM Partiyê bixwe jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û got:

“Me ji bo berbijêriya Şaredariya Mezin a Stenbolê di dema xwe de serlêdan kiriye.

Ew spekûlasyonên ku tên kirin ji rastiyê dûr in. Berbirsyariya nehiştina van spekûlasyonan jî li ser Desteya Hilbijartinê ya Bajêr e.”

Li aliyê din parêzerekî DEM Partiyê jî çû Ofîsa Desteya Hilbijartinan a li Dadgeha Stenbolê û ragihand ku serlêdana wan hatiye qebûl kirin.

Herwiha parêzer tekez kir ku di warê dem de ti pirsgirêk çênebûne û wan belgeya serlêdanê jî wergirtine.

9ê Sibata 2024an DEM Partiyê ragihandibû ku berbijêrên wan ên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş û Murat Çepnî ne.