Çavuşoglu: Rêvebiriya Amerîkayê piştgiriyeke xurt dide daxwaza me ya F-16an

20-02-2023
RÛDAW
Nîşan Antony Blinken Mevlut Çavuşoglu Amerîka Tirkiye F-16
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Enqerê civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Çavuşoglu derbarê F-16an da got “ Rêvebiriya Amerîkayê piştgiriyeke xurt dide daxwaza me. Ji aliyê hinek derdoran ve divê ev pêvajo di kongreyê de neyê paşxistin. Em dixwazin di zûtirin dem de li ser vê mijarê beyannameya fermî ji bo kongreyê bê dayîn.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken piştî ku dest bi wezîfeyê kir, cara yekem e ku bi serdaneke fermî çû Tirkiyeyê.

Piştî Blinken bi Çavuşoglu re hevdîtin kir, her du wezîr di civîna çapemeniyê ya hevpar de axivîn.

Çend xalên girîng ên ji axavtina Çavuşoglu wiha ne:

“Rêvebiriya Amerîkayê piştgiriya daxwaza me ya derbarê F-16an dike. Em daxwaz dikin ku beyannameya fermî ji Kongreyê bê kirin.

Ji aliyê hinek derdoran ve divê ev pêvajo di kongreyê de neyê paşxistin û astengkirin. Em hêvî dikin ku Kongre roleke piştevaniyê bilîze. Mijara F-16 di warê hêza parastina NATOyê de jî di warê têkiliyên dualî de pir girîng e.

Divê em têkiliyên xwe yên hevpar ên bi DYA’yê re baş bikin. Ji bo başkirina peywendiyên me yên dualî pêwîstî bi karesatekê nîne.

“Li Swêdê her cure çalakiyên terorê berdewam dikin”

Bi Swêd û Fînlandiyayê re memorandumeke sêalî ya lihevkirinê heye. Pêvajo bi gavên ku Swêd bavêje ve girêdayî ye. Lê mixabin em dibînin ku PKK li Swêdê her cure kiryarên terorê didomîne. Hewl didin Swêd tevlî NATOyê nebe. Lê Swêd dikare van çalakiyan rawestîne.

Serokkomarê me hefteya borî ragihandibû ku em dikarin li ser Fînlandiyayê helwesteke cuda nîşan bidin.

“Di vî warî de me gavên berbiçav ji DYA’yê nedît”

Em dibêjin li dijî rêxistineke terorîst bi rêxistineke din a terorê re hevkarîkirin ne rast e. Me îspat kir ku PKK/YPG li dijî DEAŞê têkoşîn nake. Di vî warî de me berê jî bi DYA’yê re peymanên cuda çêkiribûn. Yek ji wan peymana Minbicê ye. Lê me di vî warî de tu gavên berbiçav ji DYE'yê nedît. Hevkariya bi rêxistina terorê re xeletiyeke kujer e.

Erdhej ne meseleyeke siyasî ye, meseleyeke mirovî ye. Erka me ya mirovahî ye ku em alîkariya sivîlên Sûriyê yên ji erdhejê zirar dîtine bikin. Her wiha erkê me yê mirovahî ye ku em alîkariyên heyî yên navneteweyî hêsan bikin.

Em ê nehêlin dorpêçên ku DYA û YE’yê li ser Rûsyayê sepandine, di ser Tirkiyeyê de werin binpêkirin. Qebareya bazirganiya me ya dualî bi Rûsyayê re zêde bûye.

Lê piraniya vê hawirdeyê enerjî û gaz e. Ji ber şer bihaya ku em didin gaza xwezayî sê qat zêde bûye. hawirdeya me ya madeyên xwarinê jî zêde bûye. Lê ne rast e ku me ji Rûsyayê malzemeyên ku dikarin di pîşesaziya parastinê de bên bikaranîn kirîbûn.”

Blinken: Em dê her cure alîkariyê bidin Tirkiyeyê

Li aliyê din Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blînken jî wiha got:

“Em dê her cure alîkariyê bidin Tirkiyeyê.

Em li herêma erdhejê bûn şahidê karesateke mezin. Li DYAyê ji sektora taybet 80 milyar dolar alîkarî hat. Tirkiye di têkiliyên xwe yên bi Yunanistan û Ermenistanê re gavek mezin avêt. Hêza esmanî ya Tirkiyeyê di NATOyê de gelekî girîng e.

Dibe ku em her tim bi Tirkiyê re ne di heman fikrê de bin. Lê wekî dost û hevalbend, em dikarin bi hevdu re ji dil û can biaxivin.

“Divê Fînlandiya û Swêd bibin endamê NATOyê”

Rêveberiya Biden piştgiriya pêşkêşkirina F-16 bo Tirkiyê dike. Tirkiye welatekî NATOyê ye, girîng e em piştgiriyê bidin Tirkiyeyê. Lê di vê demê de ez nikarim daxuyaniyeke fermî li ser vê mijarê bidim, biryara kongreyê girîng e. Ez nikarim wextek ji bo  F-16an bidim we.

Amerîka endametiya Tirkiyê ya NATOyê demeke dirêj e diecibîne. Bi beşdariya Fînlandiya û Swêdê ev tifaq wê bihêztir bibe.

Tirkiye û DYA jî xebatên xwe yên li ser terora navneteweyî didomînin. Têkiliyên Tirkiyeyê yên bi Yunanistan û Ermenistanê re gelek girîng in. Hêza esmanî di NATO ya Tirkiyeyê de pir girîng e.

Em pirsgirêka ewlehiyê ya li başûrê Tirkiyeyê fêm dikin. Em bi Tirkiyeyê re li dijî DAIŞ’ê xebatên xwe didomînin. Em dizanin ku Tirkiye ji vê erdhejê gelek zirar dît. Pir girîng e ku em alîkariya gelê Sûriyê bikin.

“Çîn heke çekan bide Rûsyayê dê bi cezayên giran re rû bi rû bimîne”

Eger em werin ser mijara Çîn û Rûsyayê, em bi fikar in. Em ditirsin ku Çîn alîkariya çekan bide Rûsyayê. Bi vî awayî binpêkirina cezayan jî heye. Çînê rîskên ku me diyar kir fêm kir.

Welatên din jî ragihandin ku eger Çîn bi heman awayî alîkariya Rûsyayê bidomîne dikarin cezayên giran li serê bisepînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst