Derbarê pêvajoya xwendinê ya li 10 parêzgehên herêma erdhejê biryar derket

20-02-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Dibistan Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyê îro biryara derbarê vekirina deriyên dibistanan û destpêkirina pêvajoya xwendinê li 10 parêzgehên herêma erdhejê de aşkere kir.

Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Mahmut Ozer îro Duşemê 20ê Sibata 2023 di preskonferansekê de li Enqerê ragihand ku vekirina dibistanan li 10 parêzgehên herêma erdhejê li ser 3 kategoriyan hatiye dabeşkirin.

Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê got, li Semsûr, Meletî, Mereş û Hatayê betlaneya perwerdeyê heta 27ê Adarê hatiye dirêjkirin.

Mahmut Ozer diyar kir, pêvajoya perwerdeyê ya li Edene, Kilîs, Amed û Rihayê dê di 1ê Adarê de dest pê bike

Bi gotina Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê, li Dîlok û Osmaniyeyê jî betlaneya perwerdeyê heta 13ê Adarê hatiye dirêjkirin.

Li 71 parêzgehên din ên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê îro pêvajoya perwerdeyê dest pê kir.

Piştî erdheja Mereşê ya Bakurê Kurdistanê dema betlaneya dibistanan hatibû dirêjkirin, lê îro 20ê Sibata 2023an li dibistanên 71 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê deriyên dibistanan hatin vekirin û pêvajoya perwerdeyê dest pê kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst