Qibris Tirkiyê bi şandina penaberan tewanbar dike

Hewlêr (Rûdaw) - Komara Qibrisê, Tirkiyê bi wê yekê tawanbar dike ku penaberan bi ser wan de dişîne û berpirsyariyên xwe cîbicî nake.

Komara Qibrisê ji ber zêdebûna hejmara penaberan ya di dema dawî de, Tirkiyê tawanbar dike û dibêje, Tirkiyê dixwaze riyeke nû ya koçberiyê veke.

Komara Qibrisê ya ku endama Yekîtiya Ewrpayê ye, Tirkiyê bi wê yekê tometbar dike ku ew dixwaze rêyeke nû li ber koçberan veke û bi vî rengî dibe sedem ku hejmara penaberên li Qibrisê li ser asta Yekîtuya Ewropayê bigihîje rêjeya herî zêde.

Wezîrên derve û navxwe yên Qibrisê di vê derbarê de daxuyaniyeke hevpar dan û gotin "sedema vê pêla koçberiyê ya ber bi Qibrisê ve Tirkiyê ye, ji ber ku şert û mercên peymana di derbarê koçberî û penaberiyê de cîbicî nake.”

Ev 4 sal in Komara Qibrisê, di nava Yekîtiya Ewropayê de li gora hejmara niştecihên xwe rêjeya herî zêde ya serlêdana penaberiyê wergirtiye.

Komara Qibrisê dê ji bo çareserkirina vê krîzê serî li Yekîtiya Ewropayê bide.

Li gorî Wezîrê Navxwe, li Qibrisê di sala 2019an de nêzîkî 17 hezar kesan serî li wergirtina mafê penaberiyê dane û ev yek li gorî amarên 2015an ji sedî 500 zêde bûye.