Pervîn Buldan bo kuştina 13 dîlên Çiyayê Gare daxwaza komisyona pêdeçûnê dike

20-02-2021
RÛDAW
Nîşan Hevserokên HDPê Pervîn Buldan Çiyayê Gare PKK Artêşa Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di derbarê kuştina 13 dîlên Çiyayê Gare de Hevseroka HDPê Pervin Buldan ragihand ku ew li Parlamentoyê daxwaza pêkanîna komisyoneke pêdeçûnê ya rastiyan dikin.

Di çarçoveya Kampanya “Bo Hemû Kesê Dadperwerî” de ku HDPê destpêka vê mehê ragihand û heta çend rojên din jî berdewam dibe, Hevseroka HDPê Pervin Buldan li Stenbolê ligel nûnerên Elewiyan civiya.

Di civînê de li ser nîqaşên berdewam ên derbarê kuştina 13 dîlên di destê PKKê de li Çiyayê Gare, Pervin Buldan ragihand ku li Parlamentoyê daxwaza pêkanîna komisyona ya pêdeçûna rastiyan dikin.

Pervin Buldan da zanîn ku ti ferq û cudahiya wê komkujiya kuştina 13 dîlên Çiyayê Gare ji komkujiyên Maraş, Dêrsim, Çorum, Sêwaz, Zîlan û Roboskiyê nîne û got: “Desthilatdarên vî welatî li şûna çareserkirina pirsa Kurdan û Elewiyan dest davêjin tûndûtûjiyê û pirsgirêkan wiha bê çareserî dihêlin. Li şûna aştiyê şer dikin û li ser bingehê piraniyê kar dikin û xwe ferz dikin. Eger rê li ber vê siyaseta desthilatê negrin, di siberojê de wê komkujiyên din jî çêdibin.”

Hevseroka HDPê herwiha tekez kir ku divê hemû aliyên siyasî û civakî bi hev re guvaşê li desthilatê bikin ji bo ku dest ji vê siyasetê berde û got: “desthilat dixwaze hemû tawanên xwe têxe stûyê HDPê û her dema tûşî pirsgirêk û krîzan dibe, hewil dide bi êrîşkirina ser HDPê arasteya bûyeran biguherîne.”

Berî niha di dema operasyona artêşa Tirkiyê ya li Çiyayê Gare de 13 leşkerên Tirkiyê ku di destê PKKê de esîr bûn, hatine kuştin. Tirkiye û PKK hevdu bi kuştina wan 13 serbazên dîl tometbar dikin.Berpirsên pilebilind ên Tirkiyê dibêjin, PKKê di dema operasyona li Çiyayê Gare de ew serbazên Tirkiyê kuştine û gule li ser û stuyê wan dane. Lê PKK wê yekê weke tomet bi nav dike û daxuyaniyên rayedarên Tirkiyê red dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst