Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, ku di çaoçoveya operasyona li ser Efrînê dê di rojên pêş de navenda bajarê Efrînê were dorpêçkirin.
Recep Tayyip Erdogan li Parlamentoya Tirkiyê di civîna koma Ak Partî de axivî û behsa operasyona artêşa Tirkiyê ya li ser Efrînê kir.
Erdogan diyar kir, ku operasyon bi awayeke hêdî birêve dice û sedemên wê jî wiha rave kir:
“Em neçûne wê derê da ku hemû deran hilweşînin û bişewitînin. Ji bo ew der bi ewle bin û bibin cihê jiyanê em diçin. Ji lewra jî amadekariyên li wê qadê dem dixwazin.”
Serokomarê Tirkiyê da xuyakirin, ku di çend rojên din dê hêzên Tirkiye dest bi dorpêça Efrînê bikin û got: “Bi vî awayî emê pêşiya alîkariyên ku tên bajêr bigrin.”
Erdogan di berdewama axaftina xwe de behsa peywendiya xwe ta telefonî ya ligel Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî jî girt û destnîşan kir, ku bi tevê operasyonê ew karên dîplomasiyê yên ji bo vê pêngavê jî birêve dibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse