Dadgeha Destûrê serlêdana Osman Baydemir red kir

20-01-2023
RÛDAW
Nîşan Osman Baydemir Kurd Kurdistan Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serlêdana Parlamenterê berê yê HDPê yê Rihayê Osman Baydemir bi armanca betalkirina cezaya ji ber peyva “Kurdistanê” bi hinceta ku ne di desthilata wan de ye ji aliyê Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê ve hat redkirin.

Parlamenterê berê yê HDPê yê Rihayê Osman Baydemir, sala 2017an dema li Parlamentoya Tirkiyê bû di axaftineke xwe de got: “Ez nûnerekî ku ji Kurdistanê hatime û divê ev ban ê Tirk û Kurdan be.”

Piştî wê wekîla serokê parlamentoyê ji Baydemir pirsîbû: “Gelo Kurdistan kîderê ye?” Baydemir jî wek bersiv dilê xwe nîşan da û got: “Kurdistan ev der e.”

Wê demê li ser daxwaza wekîla serokê parlamentoyê cezaya derxistina ji hola parlamentoyê bo Baydemir hatibû xwestin û li ser dengdanê ceza bo Baydemir hat dayîn, ku beşdariya wî ya bo 2 civînên parlamentoyê hat qedexekirin.

Baydemir jî bi hinceta ku “cezakirina ji ber axaftinên di parlamentoyê de binpêkirina azadiya raderbirînê ye” serî li Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê dabû û daxwaz kiribû, ku ceza bê betalkirin.

Dadgeha Destûrê, serlêdana Baydemir nirxand û bi hinceta “cezaya ku bo wî hatiye dayîn a dîsîplînê ne di çarçoveya nirxandina darazî ya dadgeha wan de ye” serlêdan red kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst