Li du bajaran 17 qaçaxçiyên koçberan hatin desteserkirin

20-01-2022
RÛDAW
Nîşan Koçber Tirkiye Qaçaxçî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarên Enqere û Kirklarelî yên Tirkiyê di operesyoneke hemwext de 17 kes bi gumana qaçaxiya koçberan hatin destesekirin. Li gor zanyariyan wan qaçaxçiyan koçber ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi hezar ta 2 hezar dolaran dibirin bajarên rojhilatê Tirkiyê.

Tîmên Şaxa Rûbrûbûna Qaçaxiya Koçberan û Şaxa Deriyên Sînorî yên girêdayî Rêveberiya Ewlekariya Enqerê, derbarê grûbekê de bi îdiaya ku koçberan ji Efxanîstanê û beşeke welatên Rojhilata Naverast bi qaçaxî tînin nav Tirkiyê, lêkolîn dan destpêkirin.

Di çarçoveya wan lêkolînan de hêzên ewlekariyê li bajarên Kirklarelî û Enqere yên Tirkiyê operasyoneke hemwext pêkanîn.

Di encama operasyonê de 17 kes bi tohmeta qaçaxiya koçberan hatin destserkirin.

Hat ragihandin ku di hesabên bankeyan yên wan kesên hatine destserkirin de 6 milyon lîreyên Tirkî hebûne.

Kesên destserkirî piştî karûbarên îfadeyê yên li navenda Ewlakariya Enqerê bo dadgehê hatin birin.

Li gor agahiyan wê grûba qaçaçiyan ji parêzgehên Amed û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê koçber bi rêya otoubusan dişandin Enqerê û ji wir jî bo beşek ji bajarên Rojhilatê Tirkiyê dihatin şandin.

Li gor zanyariyan wê grûba qaçaxçiyan ji koçberan ji bo gihandina wan bo beşek ji bajarên Rojhilat yên Tirkiyê 1000 ta 1500 dolar distandin.

Li aliyê din hat ragihandin ku ji 350 koçberên ku berî operasyonê hatibûn destserkirin, 12 ji wan hatine girtin û yên mayî jî hatine dersînorkirin.

Tirkiye bûye rêyeke sereke ya koçberên hinek welatên Rojhilata Navîn ku hewl didin xwe bi beleman bighînin welatên Ewropî. Piraniya caran belemên wan di deryayê de binav dibin û beşek ji wan canê xwe ji dest didin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst