Proseya dersên bijarte heta 7ê Sibatê hat dirêjkirin

20-01-2022
RÛDAW
Nîşan Dersa Kurdî Dersa Bijarte
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê ragihand ku ji ber rewşa nerênî ya keşûhewayê proseya dersên bijarte heta 7ê Sibata 2022an hat dirêjkirin.

Li gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê û beşek ji parêzgehên Tirkiyê ev demeke berf zêde dibare û bandoreke neyînî li jiyana rojane ya welatiyan dike û hejmareke zêde dibistan hatin girtin.

Li gor proseya berê dema dersên bijarte heta 21ê Çileyê bû û ev çend roj in ku li piraniya parêzgehan dibistan hatine girtin û xwendekaran nikarîbûn dersa dixwazin hilbijêrin û li ser medya civakî bi heştaga #seçmeliderssuresiuzasın dirêjkirina proseyê ket rojevê.

Li ser vê yekê Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê jî biryar da ku ji ber rewşa neyînî ya keşûhewayê proseya dersên bijarte heta 7ê Sibata 2022an bê dirêjkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo ku malbat û xwendekar dersa zimanê Kurdî hilbijêrin, ji gelek aliyan ve bang tê kirin û kampanya hatine destpêkirin.

Ji xwendekarên dibistana navîn ên polên 5-6-7 û 8an û malbatên wan tê xwestin ku serî li rêveberiya dibistanên xwe bidin û Kurmancî û Zazakî wek dersa bijarte hilbijêrin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst